Faîl Mûsa Orhan hê jî serbest e: Daraz bialî tevgeriya

  • jin
  • 10:44 18 Tebax 2023
  • |
img
ÊLIH - Bi ser kuştina Îpek Er re 3 sal debas bûn. Çawişê pispor Mûsa Orhan tecawizî Er kiribû. Er li ser vê yekê dawî li jiyana xwe anîbû. Orhan ê tecawizkar tenê 3 rojan girtî mabû. Ji parêzerên dozê Nesrîn Bîlge diyar kir ku daraz bialî tevgeriyaye. 
 
Li navçeya Qûbînê ya Êlihê leşkerê tirk çawişê pispor Mûsa Orhan tecawizî Îpek Er a 18 salî kiribû. Dema bûyer diqewime tecawizkar Orhan li Sêrtê leşker bû. Îpek Er di 7’ê tîrmeha 2020’yan de li Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê derbarê Orhan de gilî kir. Paşê Îpek Er nameyek li pey xwe hiştibû û di 16’ê tîrmehê de hewl da xwe bikuje. Er bi awayek rewşa wê giran rakirin Nexxweşxaneya Dewletê ya Êlihê. 18 rojan li nexweşxaneyê hat tedawîkirin lê tevî hemû dermankirin û mudaxileyên tibî jî di 18’ê tebaxê de jiyana xwe ji dest da. 
 
Di îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê de di çarçoveya lêpirsînê 27ê tîrmeha 2020’an amade kir de, di rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) de, çalakiya kiryar a li dijî Îpek Er hatiye piştrastkirin û daxwaza girtina Musa Orhan hatibû kirin. Hatibû xwestin ku Orhan bi îdiaya "îstîsmara zayendî ya biwesf” bê girtin. Di medyaya sanal de bertekên li ser întîharkirina Îpek Er û girtina Orhan zêde bûn, Orhan teslîm bû. Orhan ê ku îfadeya wî li midûriyeta polîsan hatibû girtin di 19ê tebaxa 2020’an de hatibû girtin. Piştî ku parêzerê Orhan serî li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê da, di 25'ê tebaxê de hat berdan.
 
Nesrîn Bîlge
 
TEVÎ HEMÛ DAXWAZAN JÎ GIRTINA ORHAN HAT REDKIRIN
 
Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê îtîrazî biryarê kir, lê belê dadgehê îtîraza dozgeriyê red kir. Parêzerên Orhan, Mehmet Erkan Akkuş û Aliye Dogan ji roja ewil ve hewl dan tecawizê veşêrin. Ev her du parêzer jî bûn mijara nîqaşê. Di 16’ê cotmeha 2020’yan de li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê danişîna dozê dest pê kir û di hemû danişînên hatin lidarxistin de daxwazên girtina bersûc ango tecawizkar Orhan hatin redkirin. 
 
Her çiqas di dozê de 12 sal cezayê hepse li Orhan hat birîn jî bi “halê baş” cezayê wî hat kêmkirin û ceza daxistin 10 salan. Her wiha dadgehê biryar da ku Orhan negirtî bê dairzandin. 
 
JI BER NERAZÎBÛNÊ DOZ LI HUNERMENDAN HAT VEKIRIN 
 
Tevî hemû nerazîbûnên raya giştî jî Orhan nehat girtin û li şûna ku Orhan bê girtin lê doz li hunermendan hat vekirin. Ji ber nerazîbûnê doz derbarê lîstikvan Farah Zeynep Abdullah, Ezgî Mola, Hazal Kaya û Melek Mosso de doz hatin vekirin û ceza ji wan re hatin xwestin. Her wiha Serdozgeriya Komarê ya Êlihê jî derbarê 19 jinên li dijî tecawizê çalakî li dar xistin lêpirsîn da destpêkirin. 
 
Ji parêzerên doza Îper Er, Nesrîn Bîlge têkoşîna 3 sal in a darazê ku didome û helwesta darazê nirxand. 
 
Bîlge bi bîr xist ku sûcdarê tecawizê Mûsa Orhan di hemû danişînan de sûcên li ser xwe red kir û mafê xwe yê bêdengiyê bi kar anî û wiha got: “Tenê 6 roj girtî ma. Piştre li ser îtirazê hat berdan. Di serî de dadger û dozgerên nobedar rewşa wî dişopandin. Piştî ku hat berdan îdianame hat amadekirin û di dozê de nehat girtin. Hemû îtîrazên me hatin redkirin û nehatin qebûlkirin.” 
 
'DIVÊ CEZAYEK GIRAN LÊ BIHATA BIRÎN’ 
 
Bîlge destnîşan kir ku ji ber Orhan wezîfedarê dewletê bû divê cezayê giran lê bihata birîn û wiha got: “Weke memûrekî cemaweriyê bû ji ber vê yekê divê cezayek giran lê bihata birîn. Ji aliyê din ve diviyabû ku cezayê wî nehata kêmkirin. Ji ber ku rewşeke ku tevgereke baş nîşan bide tunebû. Gelo em dîsa dipirsin çawa ev ceza hat kêmkirin?” 
 
'BAWERIYA BI EDALETÊ NEMAEY’ 
 
Bîlge diyar kir ku di dosyeya Orhan a li Dadgeha Bilind de hê biryar nehatiye dayîn û wiha got: “Baweriya gel a bi edaletê nemaye, derbe li baweriya gel a edaletê hatiye xistin. Di gelek rewşan de diyar dibe ku di lêpirsînên ku der barê wezîfedarên dewletê de tên kirin de rewşeke alîgir a darazê heye û daraz cihêkar tevdigere.” 
 
MA / Fethî Balaman