Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

  • jin
  • 15:56 27 Tebax 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 26’emîn a Kovara Jinê bi manşeta “Jehrkujiya li hemberî serdestiya mêr: Hezkirina ji zayenda xwe ye” derket. 
 
Hejmara 26'an a Kovara Jinê vê hefteyê bi manşeta “Jehrkujiya li hemberî serdestiya mêr: Hezkirina zayendê ye” derket. Di hejmara nû de gotara Rojda Yildiz bi sernavê “Gurê hev in an welatê hev; hezkirina ji zayenda xwe” cih girt.
 
Rojda Yildiz di gotara xwe de dibêje ku belavkirina têkiliya xirab a di navbera jinan de argumaneke îdeolojîk e ku ji aliyê desthilatdariya mêr ve tê çêkirin û vê nirxandinê dike: “Berpirsiyariya her yek ji me ye ku em ji hev hez bikin, bixebitin, dest bidin hev. Li hemberî vê argumana îdeolojîk a ku her deqe li her qadê tê hilberandin, zayenda xwe anîna cihê ku heq dike berpirsiyartiya me hemûya ne. Ji ber ku em dizanin; em ne gur in, em welatê hev in."
 
Oya Açan jî di gotara xwe ya bi sernavê “Xweparastin nayê cezakirin!” de balê dikişîne ser wê yekê ku jinên rastî tundiya sîstematîk tên, ji ber ku li hemberî îşkenceya li malê serî natewînin û serî li parastina cewherî didin, bi girtina di nava çar dîwaran de tên cezakirin.
 
Di vê hejmara kovarê de Ezgî Sila Demîr bi gotara xwe ya “Manipûlasyona îstîxbarata hestyarî” û Soniamara Maranho jî bi gotara “Weke aktorên siyasî xurtkirina kesên ji maden û bendavan bibandor dibin” cih girtine.
 
Hemû nivîsên di hejmara nû de wiha ne:
 
*Gurê hev in an welatê hev; hezkirina ji zayenda xwe / Rojda Yildiz
 
* Manîpûlasyona îstîxbarata hestiyarî / Ezgî Sila Demîr
 
*Xeparastin nayê cezakirin! / Oya Açan
 
*Weke aktorên siyasî xurtkirina kesên ji maden û bendavan bibandor dibin / Sanîamara Maranbo