Endama Tevna Parastina Jinan Denîz Onen hat binçavkirin

  • jin
  • 12:09 31 Tebax 2023
  • |
img
BÛRSA - Endama Tevna Parastinan Jinan Denîz Onen di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin. 
 
Li Bûrsayê vê sibehê polîsan avêt ser mala endama Tevna Parastina Jinan Denîz Onen. Polîsan li malê lêgerîn pêk anî û pişt re Onen kirin binçavan. Onen birin kontrola tenduristiyê û hat zanîn ku dê bibin Midûriyeta Polîsan a Bûrsayê. 
 
Nehat zanîn ku Onen ji ber çi hincetê hatiye binçavkirin.