Cihê konferansa jinan a Partiya Çepên Kesk guherî

  • jin
  • 13:01 7 Îlon 2023
  • |
img
ENQERE - Cihê konferansa Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk hat guhertin û dê Konferans li Navenda Çand û Perwerdehiyê ya Odeya Endeyzaryên Makîneyê bê lidarxistin. 
 
Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk dê di 8-9’ê îlonê de bi dirûşmeya “Em bi serhildan û rêxistinkirî azadiya xwe diparêzin” dê li Navenda Bazirganiyê Dunya ya Enqereyê bihata lidarxistin. Partiya Çepên Kesk ragihand ku ji ber pirsgirêkên teknîkê cihê konferansê guherî ye û dê konferans di heman dîrokê de li Navenda Çand û Perwerdehiyê ya Odeya Endezyarên Makîneyê ya girêdayî TMMOB’ê bê lidarxistin.