Bertek nîşanî serbestberdana failên destdirêjiyê dan

  • jin
  • 21:36 14 Îlon 2023
  • |
img
STENBOL – Jin Bi Hev Re Bihêz in, bertek nîşanî berdan çar faîlên destdirêjiyê yên li Mêrdînê dan. 
 
Li Dêrika Mêrdînê cerdevan Yakûp A. û hevalên wî Çetîn T., Harûn Y. û Suûd Ç. ku bi awayekî sîstematîk dest dirêjî jinekê kirin, serbest hatin berdan. Jin Bi Hev Re Bihêz in, têkildarî vê daxuyaniyek dan. 
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku faîl cerdevan û çawîşên pispor in û ev ne tesadufî ye û wiha hat gotin: "Di salên dawî de li herêmê cinayetên jinan, 'iwndakirin', destdirêjî û awayên din ên tahdeyê zêde bûne. Lê çi tesaduf e ku kiryarên wan bi piranî cerdevan, çawîşên pispor û an jî kesên di saziyên dewletê de dixebitin. Bavê kiryarê Gulîstan Dokûyê ku di 5'ê Çileya 2020'î de li Dersimê hat windakirin polîs e. Ev ne tesadufî ye."
 
POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET
 
Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Em baş dizanin ku bi dehan û bi sedan jinên tahde li wan tên kirin û tiştên tên serê wan di xwe di çapemeniyê d enadin der hene. Piraniya van jinan ji ber ku baweriya wan bi daraza mêrî tune ye, sûcên li wan tên kirin vedişêrin. Tew pirî caran bêyî der barê van sûcan de pêvajoya darazê bê destpêkirin bi dawî dibe. Ji lew re car heye jin nikairn gilî jî bikin." 
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku ev êriş bi temamî li dijî têkoşîna jinê ne û wiha hat gotin: "Li bajarên kurdan ev rengvedana polîtîkayên şerê taybet in." 
 
Herî dawî wiha hat gotin: "Heya faîlên jinan bê ceza bimînin û dewlet li pişta wan be, dê jiyana me di xetereyê de be. Lê em li ku dibin bila bibin div em bi awayekî rêxistinkirî tevbigerin û têkoşîna xwe xurt bikin û li cem jinên tahde li wan tê kirin cih bigirin."