TJA: Em li dora serhildana dîrokî bibin xelek

  • jin
  • 15:39 16 Îlon 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Jin li bakurê Kurdistanê di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de derketin qadan û bang hat kirin ku jin li dora vê serhildana dîrokî bibin xelek. 
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) jinan bi boneya salvegera yekemîn a qetilkirina Jîna Emînî li gelek bajaran meş û daxuyaniyan li dar xistin. Jin bi berzkirina dirûşma “Jin jiyan azadî” meş li dar xistin û bang li jinan hat kirin ku li dora serhildana ji rojhilatê Kurdistanê dest pê kir û li tevahiya dinyayê belav bû, bibin xelk. 
 
WAN 
 
Li Parka Dabbaoglû ya li Qada Beşyola Wanê bi boneya salvegera serhildana “Jin jiyan azadî” daxuyanî hat dayîn û gelek jin tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” hat vekirin û wêneyên Jîna Emînî hatin hildan. Polîsan li ser fermana walîtiya Wanê xwestin çalakiyê asteng bikin. Polîsan bi wesayîtên zirxî jinan dorpêç kir. Lê jinan guh neda dorpêç û astengiya polîsan û li parkê daxuyanî dan. Jinan bênavber dirûşma “Jin jiyan azadî” û gelek dirûşmên din berz kirin. 
 
‘WÊ HÎMÊ WAN HILWEŞE’ 
 
Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît da zanîn ku dirûşma “jina jiyan azadî” di encama berxwedan û rêbertiya jinên kurd de derket holê û li Los Angeles ê Amerîkayê navê “jin jiyan azadî” li xaçerêyekê hatiye kirin. Sayyîgît wiha got: “Lê mixabin dema em li ser axa xwe jî dengê xwe derdixin û daxuyaniyekê jî didin, me dorpêç dikin. Çawa ku hîmên rejîma Îranê di serhildana Jîna de hejiya wê hîmê rejîma AKP-MHP’ê jî li ber berxwedana jinên kurd biheje û hilweşe. Di şexsê Jîna de remza azadiyê derket holê. Wê têkoşîna me ya ji Leyla Qasiman dest pê kir û bi Sakîneyan û Sêvan berdewam kir, wê her bidome.” 
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû. 
 
MÊRDÎN
 
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî bi boneya salvegera yekemîn a qetilkirina Jîna Emînî daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî li Meydana Azadiyê pêk hat û Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP, DBP, Partiya Çepên Kesk, parlamenterên Partiya Çepên Kesk Bêrîtan Guneş û Kamûran Tanhan û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Pankarta bi nivîsa, “Jin jiyan azadî li dijî faşîzmê û qirkirina jinan” hat vekirin û wêneyên Jîna Emînî hatin hildan. 
 
Di daxuyaniyê de bênavber dirûşma “Jin jiyan azadî” hat berzkirin. Hevseroka HDP’a Qoserê Aysel Ayav li ser navê girseyê daxuyanî xwend û bal kişand ser berxwedana ku bi şehadeta Jîna li pêş ketiye û got: “Jinên kurd û fars ji bo Jîna bûn agirê berxwedanê û xwedî li vê berxwedana dîrokî derketin. Berxwedana jinên kurd li çar aliyê Kurdistanê û dinyayê belav bûye.” 
 
Paşê jî parlamenter Bêrîtan Guneş jî axivî û wiha got: “Ji hebûn û îradeya jinan ditirsin. Lewma jî jinan mehkûmî bidarvekirinê dikin û diavêjin zindanan. Silav li hemû jinên ku vê dirûşmê jîndar kirin e be.”
 
Daxuyanî berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.