Aktîvîsta TJA'yê Yildiz: Em ê bi kampanyayê kuçe bi kuçe xwe birêxistin bikin

  • jin
  • 09:01 28 Îlon 2023
  • |
img
ÊLIH - Aktîvîsta TJA'yê Rûken Zeryam Işik Yildiz diyar kir ku dê bi kampanyaya “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” rêxistinkirina xwe xurt bikin û got: "Em ê bibin bersiva tecrîdê, qirkirina jinan û xwezayê, destdirêjiya li zarokan, bêhiqûqîtiyên li girtîgehan û gelek pirsgirêkên din." 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di 15'ê îlonê de bi dirûşma “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve" starta kampanyayekê da. Kampanya dê heya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bidome. Di çarçoveya kampanyayê de dê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, polîtîkayên şerê taybet, qirkirina jinan, qirkirina xwezayê û zextên li ser zimanê zikmakî çalakiyên cihêreng bên lidarxistin. Aktîvîsta TJA'yê Rûken Zeryam Işik Yildizê têkildarî kampanyayê axivî. 
 
ARMANC XURTKIRINA RÊXISTINBÛYÎNÊ YE
 
Yildiz, diyar kir ku kampanyaya wan piralî ye û got ku dê kuçe bi kuçe xwe birêxistin bikin. Yildiz, wiha domand: "Dê di çarçoveya kampanyayê de li ser destdirêjiya li zarokan, qirkirina jinan û xwezayê, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, tecrîd û bikaranîna çekên kîmyewî bê sekinandin. Armanc jî ew e ku em li dora van rojevan toreke têkoşînê çêbikin û bikin ku raya giştî tevbigere." 
 
Yildiz, destnîşan kir ku dê kampanyayê li gor xweseriya herêman bi rê ve bibin û ev tişt gotin: "Her kes dê ji bo pirsgirêkên herêma xwe û têkoşîna li dijî wan plansaziyekê çêbike û xebatên xwe li gorî wê bi rê ve bibe. Em ê kampanyayeke ku teorî û pratîk bi hev re bê kirin, bimeşînin. Em ê bi kargehên jinan re jiyanê nîqaş bikin. Em ê feraseta qirêj a mêrserweriyê û armanca wê ya kolekirina jinê teşhîr bikin û li gorî wê xebatekê bimeşînin. A rast em ê pêşî pirsgirêkê tespît bikin û paşê ji bo çareseriyê tevbigerin." 
 
‘JIN DÊ BIBIN BERSIV'
 
Yildiz, detsnîşan kir ku divê her qad veguhere qada têkêoşînê û wiha domand: "Divê her jin ji bo mafê xwe dengê xwe bilind bike. Divê ji gundan heya bi taxan hemû qadên jiyanê veguherîne qada têkoşînê. Me di kampanyaya 'em xwe diparêzin'de dît ku têkoşîna rêxistinkirî ya jinê çawa bandor li civakê kiriye û pêşengtiyeke çawa kiriye. Em ê di vê kampanyayê de jî xebateke li nava çar dîwaran nekin. Em ê dakevin qadê û bitêkoşin. Em ê bi kampanyayê bibin bersiva tecrîdê, qirkirina jinan û xwezayê, destdirêjiya li zarokan, bêhiqûqîtiyên li girtîgehan û gelek pirsgirêkên din."