Kaçmaz: Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bixebitin

  • jin
  • 09:06 30 Îlon 2023
  • |
img
WAN - Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku dê di çarçoveya kampanyaya “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve" de li her taxê xeta têkoşîna ava bikin û got ku dê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bixebitin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di 15'ê Îlonê de bi dirûşmeya “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve" kampanyeyeke nû ragihand. Kampanya dê heya 8'ê Adara 2024'an bidome. Dê di çaçroveya kampanyayê de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, polîtîkayên şerê taybet, qirkirina jinan, qirkirina xwezayê û zextên li ser zimanê zikmakî bên lidarxistin. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, bal kişand ser girîngiya kampanyayê. 
 
'BERPIRSIYARIYA DÎROKÎ'
 
Kaçmaz anî ziman ku wekî TJA wan starta xeteke têkoşînê ya nû daye destpêkirin û got ku dê bi xeta têkoşînê ya sedsala 21'emîn ev sedsal bibe sedsala jinê. Kaçmaz got: "Ji bo têkoşîna li dijî înkarkirin û qirkirina kurdan û polîtîkayên asîmlasiyonê yên bi Peymana Lozanê derketin holê û berprisiyariyeke dîrokî,  me kampanyayeke wiha ya bi pêşengiya jinan da destpêkirin." 
 
ROJEVA SEREKE TECRÎD E
 
Kaçmaz destnîşam kir ku rojeva sereke ya kampanyayê tecrîd e û wiha axivî: "Dê xebatên me li her qadê, her kuçeyê, her taxê û her gundî bin. Ji van xebatên me yekê jê jî tecrîd e. 31 meh in tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Ev tecrîd tenê ne li ser birêz Abdullah Ocalan, a rast li ser tevahiya civakê tê pêkanîn û em bi polîtîkayeke ku sîrateyî hemû derdoran kiriye re rû bi rû ne. Hêleke herî girîng a vê kampanyayê jî dê şikandina tecrîdê be. Ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan dê xebatên me yên gelekî cidî çêbibin." 
 
Kaçmaz bal kişand ser hûrguliyên kampanyayê û got: "Dê ev kampanyaya me bi her awayî hêzê bide jinan. Dê xebatên me ji bo kesên li herêmên erdhejê mexdûr bûne û li hemberî kesên dixwazin demografiya bajaran biguherînin hebin. Her wiha dê têkoşîna li dijî qirkirian xwezayê û ekolojiyê jî hebe. Em ê li dijî polîtîkayên ewlehiyê yên li Kurdistanê ku bi van polîtîkayan xwea tê talankirin, li qadan bin. Em ê li rojava, bakur, başûr û rojhilatê li dijî qirkirina ekolojiyê bitêkoşin. Di 22 salên desthilata AKP-MHP'ê de qirkirina jinan bi polîtîkayên bêcezahiştinê berbelav bû. Ev li Kurdistanê bi taybetî wekî polîtîkayên şerê taybet tên domandin. Em ê li dijî van polîtîkayên li hember ciwan û jinan tên kirin xeteke têkoşînê ava bikin. Dê xebatên me yên ji bo zimanê zikmakî, çand û hunerê û polîtîkayên asîmlasiyonê jî çêbibin. Em ê bi giştî li dijî tecrîdê, qirkirina xwezayê û jinan û polîtîkayên şerê taybet xeteke têkoşînê ya rêxistinkirî pêş ve bibin." 
 
Kaçmaz wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dirûşmeya me ya 'Jin, jiya, azadî' heye ku tu sînorên feraseta mêrserweriyê qebûl nake û xwe digihîne her derî heye. Kampanyaya me ruhê xwe ji felsefeya 'jin, jiyan, azadî'yê digire. Em ê bi ruhê 'jin, jiyan, azadî'yê xeteke têkoşînê ava bikin û li her derî bixebitin."