TJA, dê li her 3 herêmên Stenbolê li qadê be

  • jin
  • 09:00 3 Cotmeh 2023
  • |
img
STENBOL- TJA, dê di çarçoveya kampanyaya “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve" li 3 herêmên Stenbolê tax bi tax xebatên rêxistinkirinê bike. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) starta kampanyaya “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve" da. Kampanyaya TJA'yê dê heya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bidome. Dê di çarçoveya kampanyayê de têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, kuştina jinan û polîtîkayên şerê taybet çalakiyên cihêreng bên lidarxistin. Ji bajarên ku starta kampanyayê lê hatiye dayîn yek jê jî Stenbol e. Aktivîsta TJA'yê Hatîce Başkale ragihand ku dê li 3 herêmên Stenbolê xebatên rêxistinkirinê bi rê ve bibin. 
 
TECRÎDA ÎMRALIYÊ
 
Başkale bilêv kir ku bi ragihandina kampanyayê re kelecaneke mezin li jinan peyda bûye û got: "Naveroka kampanyaya me mijarên şênber û berfireh dihewîne. Em dikarin bibêjin ku çarçoveya sereke ya kampanyaya me ya serwextkirin û rêxsitinkirinê 'pêvajoya xwejinûveavakirin û amadebûna ji bo peywirê ye.'" Başkaleyê destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li seranserê civaka Tirkiyeyê belav bûye û got ku tekane xelasiya ji tecrîdê ew e ku mirov îşaret bi çavkaniya sereke ya pirsgirêkê bike. 
 
Bi domdarî Başkale anî ziman ku heta tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî nebe û azadiya wî ya fîzîkî pêk neyê, welêt nikar xwe ji van zextê xelas bike û wiha derbirî: "Weke TJA'yê em bandora polîtîkaya tecrîdê ya li ser jinan û civakê derxînin holê. Girîng e ku birêz Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Rêya serkeftineke nûwaza ya vê têkoşînê, ev e." 
 
LI 3 HERÊMAN XEBATÊN RÊXISTINKIRINÊ
 
Di berdewamê de Başkale ev tişt gotin: "Weke TJA'yê em dê ji ewil ji bo xurtkirina rêxistinbûyînê, li her 3 herêman derî bi derî, tax bi tax bigerin. Ên li her qadên civakê rastî zextan tên jin in. Li malê, li kar û li hemû qadên jiyanê hemû bar li ser milên jinan e. Ji ber vê jin rastî hemû tahdeya mêr-dewletê tên û li dijî vê têdikoşin." 
 
Başkale bilêv kir ku dê li dijî teşhîrkirina vê ferasatê xebatên serwextbûyînê bikin û got ku dê ji bo binpêkirinên mafan û zextên li girtîgehan jî çalakiyên cihêreng li dar bixin. 
 
MA / Esra Solîn Dal