‘Jin projeya nîvcomayî ya Abdullah Ocalan pêk tînin'

  • jin
  • 09:02 3 Cotmeh 2023
  • |
img

SÊRT - Endama Meclisa Partiyê ya DBP'ê Nûrten Uzumcu destnîşan kir ku projeya nîvcomayî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi felsefeya "jin, jiyan, azadiyê" bi ruh û can dibe û got: "Ev felsefe bû, ronahiyek. Jinan ev felsefe veguherandin qadeke azadiyê." 

Perspektîfa jiyana azad ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi tevkariya hêzên global ji Sûriyeyê hat derxistin û di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin û 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin, berpêşî jinan kir bi felsefeya "jin, jiyan, azadiyê" bi ruh û can dibe. Endama Meclisa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Nûrten Uzumcu perspektîfa jiyana azad a Abdullah Ocalan nirxand. 
 
Uzumcu destnîşan kir ku têkoşîna azadiyê ya jinê ku Ocalan jê re dibêje "projeya min a nîvcomayî" bi fesefeya "jin, jiyan, azadiyê" bi ruh û can bûye û wiha pêde çû: "Gava desthilat ketibûn nava hewldana tepisandina jinê, têkoşîna jinê xwe li her qadê pêşxist û li ber xwe da. Jinên li dor felsefeya 'Jin, jiyan,azadî' ya birêz Ocalan bûn yek, li gelek deverên cîhanê têdikoşin. Û ev felsefe bûye ronahiyek. Ev felsefe di berxwedana li Îranê de jî xwe daye der. Jin, li dijî taciz, tecawiz, kedxwarî û komkujiyan li dor vê dirûşmê kom bûn û li ber xwe dan û hê jî li ber xwe didin. Jinan ev felsefeyê veguherandin qadeke azadiyê. Ev felsefe, di şoreşa bi pêşengiya Jîna Emîniyê de, pêş ket. Bû, felsefeyeke berxwedanê." 
 
‘FELSEFEYÊ KOMPLO PÛÇ KIR'
 
Uzumcu destnîşan kir ku di 26'emîn salvegera komploya navdewletî de qada azadiyê ya bi vê felsefeyê hatiye afirandin xwe gihandiye girseyeke mezin û wiha domand: "Bi komployê re tecrîd dest pê kir. Armanca vê tecrîdê ew e ku pêşî li ber fikirên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bigire. Lê belê ji felsefeya Ocalan dirûşmek tenê berxwedana wiha afirand û ev jî nîşan dide ku tecrîd negihîştiye armanca xwe. Ev tecrîd, a rast li vê dirûşmê tê pêkanîn. Lê jinan îro ro ev felsefeyê ji xwe re kirine rêber û li dor wê li ber xwe didin. Bersiva herî mezin jinan daye desthilatên qirker. Jinan bi kombûna li dor vê dirûşmê bersiv dane. Vê felsefeyê komployê pûç kir." 
 
Uzumcu destnîşan kir ku felsefeya "jin, jiyan, azadiyê" ew felsefe ye ku rola ku mêran li jinan ferz kiriye rûxandiye û axaftina xwe wiha qedand: "Perspektîfa birêz Ocalan li dijî feraseta ku jinan wekî kole dihesibîne, perspektîfeke azadîxwaz e. Jin jî li dora vê perspektîfê dibin xelek û doza azadiya xwe dikin û destkeftiyan bi dest dixin. Desthilat jî li dijî vê têkoşînê dest bi êrişan didin. Ji ber ku jian kurd xwedî li nasnameya xwe, zimanê xwe û çanda xwe derdikeve, êrişên desthilatê zêde dibin. Jin li dijî hemû êrişan li ber xwe didin. Pratîka vê felsefeyê ku Ocalan jê re dibêje 'projeya min a nîvcomayî', nîşan dide ku proje didome. Jin li her derê cîhanê li dor vê felsefeyê dibin yek û li ber xwe didin." 
 
MA / Fethî Balaman