Polîsekî li Îzmîrê jinek qetil kir

  • jin
  • 10:57 3 Cotmeh 2023
  • |
img
ÎZMÎR- Polîsê bi navê A.E.O. ku li Midûriyeta Emniyetê ya Konakê dixebite, jina bi navê Elvîn Ozutaştan qetil kir û kesê bi navê Fehmî Kaan Berberoglû jî bi giranî birîndar kir.
 
Polîsê bi navê A.E.O. ku li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Konak a Îzmîrê dixebite, li naverasta kolanê bi çekê êrişî Hîndekara Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Somayê ya Zanîngeha Celal Bayar a Manîsayê Elvîn Ozutaştan û kesê bi navê Fehmî Kaan Berberoglû kir. Di encama êrişê de Ozutaştan û Berberoglû bi giranî birîndar bûn. Komên tenduristiyê yên li cihê bûyerê hatin veguhestin, piştî mudaxileya ewilî, birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Ataturkê ya Îzmîrê. Tevî hewldanan jî Ozutaştan jiyana xwe ji dest da. 
 
Tedawiya Berberoglû berdewam dike û hat zanîn ku rewşa wî giran e. 
 
Polîsê êrişkar A.E.O. jî piştî êrişê reviya û hêj nehatiye girtin.