MKGP’ê ji bo Nagîhan Akarsel daxuyanî da

  • jin
  • 15:31 3 Cotmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - MKGP’ê têkildarî salvegera qetilkirina akademîsyen, rojnamevan û nivîskar Nagîhan Akarsel daxuyaniyek da û wiha got: “Em ê xwedî li têkoşîn û mîrateya wê derkevin.”
 
Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) têkildarî salvegera qetilkirina endama Navendî ya Lêkolînên Jineolojiyê akademisyen, nivîskar û rojnamevan Nagîhan Akarsel ku di 4’ê cotmeha 2022’yan de li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe hatibû qetilkirin daxuyaniyeke nivîskî weşand. 
 
MKGP'ê di daxuyaniyê de banga tevlibûna çalakiya bîranîna Nagîhan Akarsel a li Amedê kir û got: “Em ê di çalakiya bibîranîna Nagîhanê de li dijî neheqî, dijhiqûqî, girtin, binçavkirin, qetilkirina rojnamegeran dengê xwe bilind bikin.”
 
MKGP’ê di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt gotin: 
 
“Rewşa Tirkiyeyê ya di warê ramana azadiyê de û kirina karê pîşeya rojnamegeriyê her ku diçe dijwartir dibe. Binpêkirina mafên rojnamegeran û neheqiya li dijî rojnamegeran bi dawî nabin. Her roj em bi binpêkirina mafên rojnamegeran hişyar dibin. Bi taybet êrişeke sîstematîk a li dijî rojnamegerên jin di meriyetê de ye. Lê belê tevî hemî zext û zordestiyan rojnamegerên kedeke mezin di bin banê çapemeniya azad de didin ji sekna xwe xet şaş nekirine, her tim di lêgerîna rastî û heqîqetê de israr kirine. Wê rojnamegerên jin ên li dijî binpêkirina mafan li ber xwe didin bi awayekî bi rûmet pîşeya xwe bidomînin û mafê girtina nûçeyan a civakê biparêzin. 
 
LI TIRKIYEYÊ EWLEHIYA ROJNAMEGERAN TUNE YE
 
Niha li Kurdistan û Tirkiyeyê ewlehiya rojnamegeran tune ye. Nikarin bi awayekî azad pîşeya xwe bidomînin. Mûameleya nebaş li wan tên kirin û gef li wan tên xwarin. Tenê rojnamegerên alîgirên desthilata heyî ne dikare karê xwe bikin. Lê belê gelek caran şopandina nûçeyan a rojnamegerên çapemeniya azad tê astengkirin. Ji aliyê raman û xweîfadekirinê de jî tên astengkirin. Rojnameger bi awayekî nehiqûqî tên darizandin, derbarê wan de doz tên vekirin û tên girtin. Niha li Tirkiyeyê 63 rojnameger bi awayekî bêhiqûqî di girtîgehan de tên girtin. Ev binpêkirinên mafên rojnamegeran asta demokrasî û azadiya li Tirkiyeyê dide nîşandan. 
 
ŞOPÎNERA HEQÎQETÊ Û BERXWEDÊRA AZADIYÊ: NAGÎHAN AKARSEL
 
Binpêkirina mafan, êriş û zextên li ser rojnamegerên çapemeniya azad li çar aliyên Kurdistanê dewam dikin. Li her aliyên Kurdistanê rojnameger tên girtin, dibin hedef û tên qetilkirin. Rojnameger Nagîhan Akarsel a ku kedeke mezin di qadên cuda de da û bû yek ji sembola têkoşîna doza gelê kurd jî sala borî li bajarê Silêmaniyê Başûrê Kurdistanê hat qetilkirin. Rojnameger, Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, Akademîsyen û Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel, di 4'ê Cotmeha 2022'yan de li bajarê Silêmaniyê bi êrişa çekdarî hat qetilkirin. Şopînera heqîqetê, têkoşer û berxwedêra azadiya jinan Nagîhan Akarsel a bi awayekî wêrek tevî hemî zordestiyan li berxwe da û serî netewand, bi êrişeke hovane hat qetilkirin. Em vê êrişê wekî êrişa li dijî hemû jinên kurd dibînin. Di şexsê Nagîhanê de ev êriş li hemû jinên kurd û li doza gelê kurd hatiye kirin. 
 
AKARSEL DÊ BÊ BIBÎRANÎN
 
Nagîhanê ji bo avakirina Akademiya Jineolojiyê ya li Silêmaniyê û her wiha ji bo avakirina Pirtûkxaneya Jinên Kurdistanê dixebitî û di vî warî de ji jinan re bû feyzeke mezin. Bi sekin û helwesta xwe bandor li gelek kesî kir. Ji bo em xwedî li vê helwest û sekna bi qîmet derkevin, her wiha ji bo em xwedî li têkoşîn û mîrateya Nagîhanê derkevin em ê jî wekî Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) sibehê êvarî saet di 17.00'an de li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê ya li Amedê tevli çalakiya bibîranîna Nagîhan Akarselê bibin. Em ê di çalakiya bibîranîna Nagîhanê de li dijî neheqî, dijhiqûqî, girtin, binçavkirin, qetilkirina rojnamegeran dengê xwe bilind bikin. Em ê li dijî zihniyeta yekperest, baviksalarî ya jinan diçewisîne, qetil dike, tundiyê lê dike dengê xwe bikin yek. "