‘Em ê li hember sûcên kesên biunîforma bêdeng nemînin'

  • jin
  • 19:15 3 Cotmeh 2023
  • |
img
AMED - DAKP û Têkoşîna Li Dijî Şidetê ya Amedê ku taciza çawîşê pispor protesto kir, got: "Em ê li hember sûcên kesên bi unîforma bêdeng nemînin. Hêzên dewletê neparêze, bidarêze." 
 
Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKP) û Tevna Têkoşîna Li Hemberî Şidetê ya Amedê, têkildarî polîtîkayên şerê taybet li Qada Deriyê Çiyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de wêneyên jinên hatine qetilkirin hatin hilgirtin. Partiya Çepên Kesk, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. 
 
Ji Komeleya Jinan a Rosayê Berfîn Polatê metna hevpar a daxuyaniyê xwend. 
 
Polatê taciza çawîşên pispor a li Wanê ya di 1'ê Cotmehê de bibîr xist û got: "Nava rojê bi awayekî serxweş jinan taciz kirine û gava welatiyan bertek nîşan daye, heqaret li wan kirine.  Ev polîtîkayên ku hemû jinan û qadên jiyanê hedef girtine, êdî bi awayekî bêperwa tên pêkanîn. Cezayên ku divê li kiryarên van polîtîkayên şerê taybet bên birîn, berevajî wê li gel tê birîn. Lewma em careke din ji vir bang dikin. Hêzên dewletê neparêze, bidarêze! Kiryarên ku hemû nasnameyên jinan hedef digirin û nefret û cihêkariyê gur dikin, bi hêza daraza mêrserwerî bi cesareteke wêrek tên xelatkirin. Ji ber ku pratîkên kesên biunîforma bê ceza hatine hiştin û hiştine ku sûcdar ji edaletê birevin, wekî mînaka li Wanê, bûye înfialeke mezin di nava civakê de." 
 
Polatê ku got "Em ê li hemberî sûcên kesên biunîforma bêdeng nemînin" wiha got: "Em li dijî bêedaletiya civakî û nefretê helwesteke biryardar nîşan didin û em careke dibêjin; Hêzên dewletê neparêze, bidarêze." 
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya "jin, jiyan, azadî" û çepikan bi dawî bû.