Nagîhan Akarsel li Qamişloyê hat bibîranîn

  • jin
  • 18:22 4 Cotmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Navendî ya Lêkolînên Jineolojiyê akademisyen, nivîskar û rojnamevan Nagîhan Akarsel ku di 4’ê Cotmeha 2022’yan de li Silêmaniyê hatibû qetilkirin, li Qamişloyê hat bibîranîn.
 
Endama Navendî ya Lêkolînên Jineolojiyê akademisyen, nivîskar û rojnamevan Nagîhan Akarsel ku di 4’ê Cotmeha 2022’yan de li Silêmaniyê hatibû qetilkirin, bi jinerjiyê li Qamişloyê hat bibîranîn. Di jinerjî de bernameyên mîna kurtejiyan (sînevîzyon), performansa “ez nîsan im”, dengbêjî, helbesta “Jina Kurd”, çîrokên xwebûnê, şanoya “Jin, Jiyan, Azadî” û koma Şehîd Elefterya stranên xwe pêşkêş kirin. Gelek mêvan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, endam û Rêveberên Jineolojî, Rêveberiya Xweser, Kongra Star, jinên siyasetmedar, hiqûqnas û wêjevan beşdarî bîranînê bûbûn.
 
Qada bîranînê bi wêneyên Nagîhan Akarselê, berhemên jinan, wêneyên xêzkirî hatibû xemilandin. Di heman demê de beşdaran di maseyekê de ji bo bîranîna Nagîhan Akarsel nivîs nivîsandin.
 
Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê ji bo bîranîna Nagîhan Akarsel, mamosteya beşa Jineolojî û Berdevka Zanîngeha Rojava Rende Mistefa axivî û wiha got: “Di serî de em xêrhatina hemû mêvanan dikin. Îro ji bo bîranîna Nagîhan Akarsel em kom bûn. Rojên jinerjî me anî ba hev. Nagîhan Akarsel jineke lêkolîner, rojnamevan, têkoşer û xebatkareke bêhempa bû. Bi pênûsa xwe zaninsta jinê bi pêş xist. Wê her dem dixwest jinan nas bike û wan bigihîjîne hev. Karê xwe bi eşq dikir û astengiyan nas nedikir. Xewn û xeyalên wê pir mezin bûn loma şehadeta wê giran bû. Di kar û xebatên Jineolojî de hem berhemdar bû hem rêhevala jinan bû. Gelek karên sereke kir û di lêkolînan de cihê xwe girt. Gelek kesan li ser azadiya jinê perwerde kir. Di avabûna zanîngehê de enerjiya jineolojî derbasî me kir. Divê em berdewam bikin û xeyalên wê pêk bînin. Nagîhan Akarsel jineke azad û zana bû lewma hat hedefgirtin. Xwesetin di şexsê Nagîhan Akarsel de îradeya jinan bişkînin. Keda Nagîhan Akarsel li ser me heye. Em bi şehîdên xwe serbilind in û têkoşîna xwe mezintir dikin. Ewê nikaribin îradeya me bişkînin. Bi navê jineolojî ya zanîngehê em dibêjin em ê her dem bibêjin ‘Jin, Jiyan, Azadî’.”
 
Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Jiyan Bengî jî wiha axivî: “Em di serî de hemû kesên ku amade ne silav dikin. Em îro kom bûn ji bo bîranîna Nagîhan Akarsel. Em bi bîranîna Nagîhan Akarsel hemû jinên berxwedêr, avaker û ji bo jin azadî dixwazin têdikoşin bi bîr tînin. Divê li her derê jin rabin ser piyan, ji ber ku dizanin jiyana tarî nabe jiyan. Êrîşên dijmin mezintir dibin. Xwedî hişmendiyek hov in û ji hezkirina mirovahiyê dûr in, hewl didin xwe ferz bikin û bêçaretiya xwe nîşan didin. Wan hesab nekir ku têkoşîna jinan nayê sekinandin û hêviyên me naşikên. Em diêşin û bêriya hevalên xwe dikin lê pêwîst e em li ber xwe bidin. Hîskirina vê êşê me teslîm nake, berovajî me bi hêrs dike. Ev êş ne êşa mirinê ye, ev êş êşa evîn û hesreta azadiyê ye. Jinên li vê derê û jinên cîhanê hevalên hev in. Bi qetilkirina hevala me dixwazin me bişkînin lê em naşikên. Em îro hêza têkoşînê bilind dikin. Tundî û desthilatdariya heyî jin qebûl nakin. Ev jinên têkoşer bingeha azadiya me ne. Nagîhan Akarsel li ser riya azadiyê meşiya û em jî riya wê berdewam dikin. Soza me ji Nagîhan Akarsel re ew e ku em ê her dem li ser riya wan a rast bimeşin.”
 
Mamoste Nûrşan Hisên jî wateya Jinerjî wiha şîrove kir: “Em di kesayeta Nagîhan Akarsel de hemû şehîdan bi bîr tînin. Di salvegera yekem a şehadeta wê de mirov çi bibêje kêm dimîne. Em îro bi rojên jinerjî ya Nagîhan Akarsel hewl didin van gotinan bi wate bikin. Gotinê Nagîhan Akarsel em hîs dikin û kêlî bi kêlî dijîn. Em Nagîhan Akarsel weke ku ji nava me bar kiriye nabînin. Felsefe û sosyolojiya ku bi me daye naskirin kêlî bi kêlî em dijîn. Gotina Jinerjî, Nagîhan Akarsel ava kir, dema jin enerjiya xwe ya xweşik û bedewiyê diherikîne dibe jinerjî. Jin û enerjî dema tên gel hev jinerjî tê avakirin. Ev gotin bi zanista nû ji aliyê Nagîhan Akarsel ve hat avakirin.”
 
Paşê Hîlala Zêrîn a bajarê Hesekê şanoyek bi navê “Jin, Jiyan, Azadî” pêşkêş kir. Paşê Koma şehîd Elefterya ya bajarê Dêrikê dengbêjî û stranên xwe pêşkêş kirin. Paşê performansa Nîsan im ku ji helbesta Nagîhan Akarsel pêk dihat hat pêşkêşkirin. Her wiha çîroka xwebûnê hat nîşandan.
 
Bîranîn bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.