Jinên rojhilatê Kurdistanê: Abdullah Ocalan mifteya azadiyê da me

  • jin
  • 09:03 5 Cotmeh 2023
  • |
img
WAN -  Jinên ji rojhilatê Kurdistanê diyar kirin ku felsefeya “Jin jiyan azadî” ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan mifteya azadiyê daye jinan û gotin: “Heke jin xwedî li fikrên Ocalan derkevin, wê dikaribin azadiyê pêk bînin.”
 
Hêzên global xwestin bi komployek navneteweyî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan îhma bikin. Lê “Paradîgmaya Azadxwaziya Jinan, Ekolojîk, Demokratîk” a Ocalan ji gelên cîhanê re bû hêvî. Piştî ku Abdullah Ocalan dîlgirtin û anîn Girtîgeha Girava Îmraliyê, ji bo têkoşîna azadiya jinan got, “Projeya min a nîvcomayî.” Ocalan nexşerêya têkoşîna azadiya jinan bi teza, “Heta ku jin azad nebin, civak azad nabe” danî holê û Ocalan bi paradîgmaya xwe ya der barê jinan de bû mîmarê felsefeya “Jin jiyan azadî.” 
 
Jixwe ev dirûşma “Jin jiyan azadî” bi salan bû ji aliyê jinên kurd ve li qadan olan dida. Lê piştî aktîvîsta kurd Jîna Emînî ji aliyê hêzên Îranê ve hat qetilkirin, jinên rojhilatê Kurdistanê bi ruhê “Jin jiyan azadî” rabûn serhildanan û hem dirûşm hem jî berxwedana wan li tevahiya cîhan olan da. Aktîvîstên ji rojhilatê Kurdistanê Sahar Razavî û Fatemeh Abbasî diyar kirin ku fikr û ramanên Ocalan bûye mifteya azadiya jinan û azadiya jinan jî bi xwedî derketina vê fikrê pêkan e. 
 
FIKRA ABDULLAH OCALAN 
 
Razavî diyar kir ku di bin bingeha xwepêşandanên li Rojhilat û Îranê dirûşma “Jin jiyan azadî” ya ku ji aliyê Ocalan ve hatiye gotin heye û got: “Hewcedariya jinan bi felsefeyek ku rê li ber azadiya wan û jiyana wan veke hebû. Felsefeya Abdullah Ocalan viya pêk anî. Jina ku hat kuştin kurd bû û jinek kurd vê dirûşmê berz kir û paşê belav bû. Jinan wate û aliyê vê feslefeyê meraq dikir, xwendin û guhdar kirin. Axaftinên Ocalan wergerî farsî kirin. Bi ruhê vê felsfeyê derketin qadan. Ev felsefe û dirûşm jinan ber bi teza ‘Heta ku jin azad nabe, civak azad nabe’ ve birin. Bi sedan, bi hezaran zilamên ku azadî û mafên jinan ne di xema wan de bûn, lê paşê li gel jinan cih girtin.” 
 
‘MIFTEYA AZADIYÊ DA’ 
 
Razavî da zanîn ku hemû daxwazên jinan di vê dirûşmê de bûn yek û got: “Abdullah Ocalan mifteya azadiyê daye me jinan. Jinên Îranê îlhamê ji jinên kurd girtin. Bingeha çalakiyan jinên kurd amade kirin. Jinên kurd li çar aliyên Kurdistanê li ber we didin. Guhertin li her çar parçeyan jî bi bandora PKK’ê pêk hat. Jinên kurd ku mirin û jiyanê dan ber çavên xwe û li çiyayan şer dikin, rê nîşanî me dan.” 
 
AZADIYA JINÊN ÎRANÊ 
 
Razavî anî ziman ku wan îlhamê ji Şoreşa Rojava jî girtine û got: “PKK û Ocalan bandorê li ser me dike. Ez hêvîdarim wêj in hin bêtir xwedî li vê fikrê derkeve. Çimkî PJAK wek rol modelekê li Rojhjilatê ye. Heke jinên Îranê xwedî li fikrên Ocalan derkevin, wê azadiya xwe bi dest bixin.” 
 
‘DIVÊ FIKRÊN OCALAN BIZANIBIN’ 
 
Razavî bal kişand ser agahînegirtina ji Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Heke ku îro li Îranê jî gotinên Ocalan rê dide çalakiyan, divê ku însan jî fikrên wî dizanibin. Divê ku Ocalan dikaribe bi parêzer, malbata xwe re hevdîtin bike. Maf tenê ji bo Ocalan nayê nasîn. Nasnameya Ocalan a siyasî heye û divê bi nêzîkatiyek cuda lê were nihêrin. Azadiya Ocalan azadiya kurd û Kurdistanê ye. Divê her kes xwedî li vê azadiyê derkev û têbikoşe.” 
 
AZADIYA JIN Û CIVAKÊ 
 
Aktîvîsta ji rojhilatê Kurdistanê Fatemeh Abbasî jî destnîşan kir ku bi dirûşma “Jin jiyan azadî” re felsefeya Abdullah Ocalan li Îranê belav bûye û got: “Fikr û ramanên Ocalan azadiya jinan diparêze, jiyana jinan diparêze. Heta ku jin azad nebin, zilam jî azad nabin. Me di van çalakiyan de dît azadî bêhev nabe.” 
 
SEDSALA JINAN 
 
Abbasî destnîşan kir ku jin li çar aliyên cîhanê ji bo azadiyê têdikoşin û wiha got: “Dema em li van hemûyan dinêrin, em dibînin fikrên Ocalan belav û zindî dibin. Bi rastî jî ev sedsal wê bi be sedsala jinan. Çimkî jin dizanin jiyan wisa nameşe û lewma di refên têkoşînê yên herî pêş de ne. Lewma çalakiyan dikin. Girîng e lê kêm e. Divê rêxistinbûyîna jinan hin belavtir bibe. Divê bigihîje pir kesan. Divê jine hin bêtir berpirsiyarê bidin ser milên xwe.” 
 
‘DIVÊ ABDULLAH OCALAN AZAD BIBE’ 
 
Abbasî destnîşan kir ku divê azadiya Abdullah Ocalan pêk were û got: “Çimkî fikra ku jinan azad dike û jinan araste dike fikra Ocalan e. Konfederalîzma Demokratîk gelek girîng e. Çimkî jiyanek din pêşniyar dike. Divê fikrên Ocalan û ew xwe bigihîne gelan. Ocalan bingeha paradîgmaya netewa demorkatîk ava kiriye û lewma divê dawî li şerê etnîk ê li herêmê were anîn.” 
 
MA / Bêrîvan Kutlu