Komeleya Jinan a Rosayê kongreya xwe li dar xist

  • jin
  • 16:35 5 Cotmeh 2023
  • |
img

AMED - Komeleya Jinan a Rosayê 2’yemîn Lijneya Giştî ya Awarte li dar xist û rêveberiya xwe ya nû diyar kir. Lijneya Giştî, diyarî endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û rojnameger Nagihan Akarsel hate kirin. 

 
Komeleya Jinan a Rosayê 2’yemîn Lijneya Giştî ya Awarte bi dirûşma “Li hemberî tundiya li ser jinê, jin têkoşînê dihûnin” li Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat li dar xist. Li eywana lijneyê pankarta “Jin, jiyan, azadî” û wêneyên endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û rojnameger-nivîskar Nagihan Akarsel hate kirin ku li Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê hatibû qetilkirin. 
 
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), hevserokên partiyên siyasî yên Amedê, Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Amedê Adalet Kaya, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anadoluyê (ANYAKAY-DER), Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek jin tev li kongreyê bûn. 
 
Aktîvîsta TJA'yê Tûlîn Aydaz, di kongreyê de bi bîranîna Nagihan Akarsel dest bi axaftina xwe kir. Aydaz, diyar kir ku Komeleya Jinan a Rosayê 5 sal in kedeke mezin da û bi 7 kesan dest pê kir û niha xwe gihandiye bi hezaran jinan. Aydaz, da zanîn ku komele niha bûye mala bi hezaran jinan û wiha pê de çû: “Her tim gotineke me hebû, hêza me ya guhertinê hebû. Em serkeftinê ji bo hevalên xwe yên nû dixwazin." 
 
Piştre parlamenter Adalet Kaya nameya Ayla Akat Ata xwend ku niha li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin. Piştî axaftinan hilbijartin hate kirin û Suzan Îşbîlen weke seroka Komeleya Jinan a Rosayê hate hilbijartin.
 
Kongre bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" û bi tilîliyan bi dawî bû.