‘Jinan bi felsefeya jin, jiyan, azadî komployê pûç kirin'

  • jin
  • 09:03 6 Cotmeh 2023
  • |
img
AMED - Aktivîsta TJA'yê Emîne Înan anî ziman ku tê xwestin ku komploya navdewletî bi pergala tecrîdê ya Îmraliyê bê encamkirin û got: "Wê jin bi felsefeya 'Jin, iyan, azadî' komployê pûç bikin."  
 
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ku bi Projeya Rojhilata Navîn a Mezin hewl da mudaxileyî Rojhilata NAvîn bike, ewilî bi komploya navdewletî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi planên vê projeyê kir. Piştî zextên hêzên global hikûmeta Şamê jî serî tewand û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an d eji Sûriyeyê derket. Abdullah Ocalan ku ji bo meseleya kurd bi awayekî demokratîk çareser bike ji Rojhilata Navîn derket, piştî 130 rojan di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Abdullah Ocalan, ji wê rojê heya niha di Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê de di şert û mercên tecrîdeke giran de tê ragirtin. Her wiha 31 meh in jî ji Abdullah Ocalan tu xeber nayê girtin. 
 
Abdullah Ocalan ku bi tespîta "ez ji heq komployê dertêm" planên hêzên global pûç kirin, got ku lê belê projeya wî ya "têkoşîna azadiyê ya jinan" nîvco maye. Ev projeya Abdullah Ocalan, niha bi felsefeya wî ya "jin, jiyan, azadî"yê bi pêşengiya jinan tê pêkanîn. 
 
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Emîne Înan anî ziman ku komploya navdewletî herî zêde bandorê li jinan dike û got ku lê belê jinan bi têkoşîna azadiyê komployê pûç kirine. 
 
BERXWEDANA LI ÎMRALIYÊ
 
Înan diyar kir ku armanca komployê gelên Rojhilata Navîn e û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 25 sal in di şert û mercên tecrîdeke giran de li dijî vê têdikoşe. Înan anî ziman ku komploya navdewletê paradîgmaya Abdullah Ocalan hedef girtiye û got: "Bi koordînatoriya DYA'yê, pêvajoya komployê ku welatên wekî Rûsya, Yewnanîstan û welatên Rojhilata Navîn di nav de bûn, bi mudaixleyan diyar bû. Ji lew re paradîgmayeke ku mudaxileyî pergala wan dike nedixwestin. A rast ev êriş li paradîgmayê bû. Ev paradîgma, ji bo avakirina pergaleke demokratîk bû. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo vê pir hewl da. Ji bo pêkanîna wê gelekî têkoşiya. Mudaxile ji ber vê bû." 
 
KOMPLO Û ŞER
 
Înan destnîşan kir ku piştî komployê şerê li Rojhilata NAvîn kûrtir bûye û got: "Bi mudaxileyê re li Rojhilata Navîn gel bi xizanî û polîtîkayên koçberiyê û şer re rû bi rû man. JI roja komployê heya niha tevahiya Rojhilata Navîn û Tirkiye di nava şer de ye. Navekî din ê komployê jî şer, koçberî, xizanî û ye. Ev polîtîka di şexsê Rêberê Gelê Kurd de pêk anîn." 
 
ÊRIŞÊN LI SER JINAN Û GELAN
 
Înan anî ziman ku herî zêde jin ji vê konsepta şer bandor bûne û ev tişt gotin: "Ên herî zêde komployê hîs kirin jin in. Em vê dikarin li Tirkiye, Kurdistan, Rojhilat, Rojava û Ewropayê bibînin. Gava êrişî paradîgmayê kirin, xwestin êrişî jinan û gelan jî bikin. Jin bi qirkirinê re rû bi rû bû, lê bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd re vegeriya nasnameya xwe, bîra xwe û cewhera xwe. Bi taybetî jî li Bakur jinan vê yekê ji kûr de hîs kir. Ev li Tirkiyeyê û konjuktura cîhanê komployeke ku hev du temam dikir. Lê li vir têkoşîna jinên kurd û pêşengiya wan xwe li her derî da der. Em jî bi komployê re re rû bi rû man. Em hê jî bandorên wê dibînin." 
 
Înan destnîşan kir ku jin û gel bi têkoşîna xwe komployê pûç kirine û got: "Di pêvajoya komployê de gelek bedêlên giran hatin dayîn. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tenê ne ji bo gelê xwe ji bo hemû gelên cîhanê û Rojhilata Navîn têkoşiya. Lewma peywira me ya bingehîn e ku em jin û gel ji bo vê bitêkoşin. Muzakere û pêvajoyeke aştiyê ya bêyî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi tu awayî bi ser naveke. Ji lew re yê li hemberî pergalê têkoşiya ew bû. Lewma 25 sal in bênavber têdikoşe. Ev têkoşîn bi se rket? Belê, bi ser ket. Ji lew re komplo hat pûçkirin. Û her çû têkoşîn mezintir bû." 
 
‘JIN JIYAN AZADÎ BÊDENG NEBÛ'
 
Înan ku got "di pêvajoya komployê de dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî' qet bêdeng nebû' wiha domand: "Tevî hemû zextan û êrişên faşîzmê jî jinan dirûşmeya 'jin, jiyan, azadiyê' bi ruh û can kirin. Ev felsefe girîng e. Êrişên li ser jinên kurd jî ji ber vê ne. Ji lew re yên vê felsefeyê bi ruh û can kirin û pêşengiya wê kirin jin in." 
 
‘TECRDÊ KÛR KIRIN'
 
Înan bilêv kir ku bi pûçkirina komployê re tecrîd hatiye kûrkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev têkoşîn li Girava Îmraliyê dewam kir. Rêberê Gelê Kurd vê yekê di hevdîtinên bi parêzeran re jî diyar kribû. 'Ez ne girtî an jî hikumxwarek im. Bila bi vî awayî nêzî min nebin.' Bi rastî jî wiha ye, ji lew re ew rêberê gel e. Komplo îro negihîşt armanca xwe. Ji bo bigihê armanca xwe tecrîdê pêk anîn û kûr kirin. 31 meh in tecrîd tê pêkanîn, ev jî nîşan dide ku komplo pûç bûye, negihîştiye armanca xwe. Wekî alternatîf tecrîdê xistin dewrê. Lê gelan û jinan komployê pûç kir." 
 
MA / Eylem Akdag