Kişanak behsa Ersozê kir: Meşaleya ku tarîtiyê ronî dike

  • jin
  • 09:04 6 Cotmeh 2023
  • |
img

STENBOL - Siyasetmedar Gultan Kişanak behsa Gûrbetellî Ersozê kir ku bi hev re di rojnameya Ozgur Gundemê de dixebitîn. Kişanak got: "Niha li deryaya ebedî de bû»ye meşaleyek ku tarîtiyê ronî dike." 

 
Di ser mirina Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Gûrbetellî Ersoz re 26 sal derbas bûn. Ersoz ku di dîroka çapemeniya azad de, di warê rojnamevaniya jinê de xwedî rol û rosteke girîng bû, li dijî zimanê çapemeniya nêrza, bû yek ji pêşengên nûçevaniya li ser esasên jinê. Ersoz ku di saka 1965'an de li navçeya Palo ya Xarpêtê hat dinê, li Zanîngeha Çûkûrovayê li Fakulteya Kîmyayê wekî lêkolînerekê xebitî. Ersoz ku di sala 1989'an de ji ber fikrên xwe yên siyasî hat girtin û rastî îşkenceyeke giran hat, di sala 1993'yan de ji girtîgehê derket û di Rojnameya Ozgur Gundemê de wekî Gerînendeya Weşana Giştî xebitî. Gava ji ber kar û barên rojnamevaniyê ceza lê hat birîn, di sala 1995'an de berê xwe da çiyê. Ersoz, di 7'ê Cotmeha 1997'an de li Herêma Kurdistana Federe di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da.
 
Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a berê Gultan Kişanak a di Girtîgeha Kandira ya Hejmara 1 a Tîpa F'yê de, ku wê demê ew û Ersozê bi hev re di Ozgur GUndemê de dixebitîn, behsa Ersozê kir. 
 
ROJNAMEYA OZGUR GUNDEMÊ
 
Kişanak anî ziman ku di sala 1993'yan de Ersozê li Rojnameya Ozgur Gundemê nas kiriye û wê demê demê li dijî zextan gelek jin bi berpirsiyarî tevgeriyane. Kişanakê ragihand ku ew jî wê demê midûra karên nivîsê ya rojnameyaê bûye û ji bo rojnameyê got: "Wekî meşaleyekê bû ku tarîtiya salên 1990'î eşkere dikir." 
 
Kişanak wiha domand: "Ji aliyekî ve jî berxwedana gel a li dijî zilmê radigihand û hêviyê temsîl dikir. Di serî de Gûrbetellî, me hemûyan barê pêvajoyê û berpirsiyariya li ser milê xwe ji kûr de his dikir. Gûrbetellî bi cidî nzêî kar dibû û vê cîdiyet û dîsîplîna xwe di rojnameyê de dida der, hevaleke jêhatî bû." 
 
‘HELWESTA WÊ ZELAL BÛ'
 
Kişanak anî ziman ku Gûrbetellî pêşenga vê rêwîtiyê bû û ev tişt gotin: "Gava mirov bibêje 'Gûrbetellî, Ozgur Gundem e' dê ne mubalexe be. Hesta wê, fikra wê, enerjî û morala wê, xwe di hemû rûpelên rojnameyê de dane der. Ên li rûpelên Ozgur Gundemê mêze bikin dê keda wê, têkoşîna û helwesta wê bibînin." 
 
Kişanak destnîşan kir ku Ersoz xwedî perspektîfeke û zanyariyeke berfireh  bûye û got ku di hemû mijarên têkildarî muxalefeta civakî de hesas bûye. Kişanakê got: "Mesela, gava li navçeya Umraniye ya Stenbolê çop teqiya, sernivîsek nivîsî û bi awayekî berfireh bal kişandibû ser bermayiyên bajêr ên îro jî dibin sedema rûxandina derdorê. Gava mirov li rojnameyên wê demê mêze bike, dê bibîne ku nûçeya Ozgur Gundemê ya wê demê perspektîfeke çareseriyê ya çawa berpêş kiriye û xwedî helwesteke çawa bûye li heberî vê karesatê." 
 
‘HÊZ DIDA JINAN'
 
Kişanak da zanîn ku Ersoz bi hemû xebatkarên rojnameyê re eleqedar dibû û got: "Her wiha bi hevalên jin re jî bi taybetî eleqedar dibû û ji bo wan dibû cihê hêz û moralê. Wê demê di warê rojnamevaniya jinê de helwesteke cidî tune bû, lê bi wê re hêdî hêdî şax vedida. Gûrbetellî jineke bihêz û xwedî îrade bû. Bi helwesta xwe ji bo me hemûyan dibû cihê hêzê." 
 
Kişanak bibîr xist ku di 10'ê Kanûna 1993'yan de, di Roja Mafên Mirovan de, li gelek cihan polîsan avêtiye ser navenda Rojnameyê û buroyên wê û got ku wê demê nêzî 120 kes hatine binçavkirin. Kişanak diyar kir ku Ersoz û 20 xebatkarên rojnameyê 15 rojan di binçavan de mane û got ku Ersoz di binçavan de jî moral daye her kesî û tekane fikara wê 'gelo rojname çap bûye yan na' bûye. Kişanak wiha domand: "Ji lew re tevahiya rêveberiya rojnameyê û serwîsên wê yên girîng girtî bûn. Ez ne şaş bim, roja duyan kesek din jî hat binçavkirin û wî got, rojname derketiye. Em bi vê xeberê pir kêfxweş bûn. Komeke rewşenbîr hewl dabûn rojname derkeve. Gava Gûrbetelliyê ev xeber ragihand, ew kêfxweşî û şanazî xwe li her derê wê girtibû. Gûrbetellî piştî binçavkirinê hat girtin. Çend mehan di Girtîgeha Bayrampaşayê de ma. Ez diçûm cem wê. Di hundir de jî bi rexne û pêşniyazên xwe piştgiriya me dikir." 
 
‘DA DÛ XEYALÊN XWE YÊN ZAROKATIYÊ'
 
Kişanak anî ziman ku taybetmendiya herî bebriçav a Gûrbetelliyê "hezkirina welêt" bûye û got ku Ersozê gelek caran ji bo vê gotiye "Zarokatiya min li Dorşînê ma." Kişanak wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rojname bûbû hesreta wê ya ji bo welêt. Lê piştî ji girtîgehê derket êdî nikaribû rojnamevaniyê bidoîne. Bêyî xatir ji me û rojnameyê bixwaze, da dû xeyalên xwe yên zarokatiyê. Niha li deryaya ebedî de bûye meşaleyek ku tarîtiyê ronî dike." 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû