Kampanyaya TJA’yê li Êlihê bi meşê dest pê kir

  • jin
  • 16:42 6 Cotmeh 2023
  • |
img
ÊLIH - TJA, ku xebatên kampanyaya xwe ya “Bi jin jiyan azadiyê re ber bi azadiyê ve” li Êlihê bi meşê dan destpêkirin, wiha got: “Di çarçoveya kampanyaya xwe de em ê li dijî şer berxwedan û azadiyê birêxistin bikin.” 
 
Tevgera Jinên Azad xebatên kampanyaya xwe ya “Bi jin jiyan azadiyê re ber bi azadiyê ve” li Êlihê bi dan destpêkirin. Bi daxuyaniya li ber rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) a Êlihê hate dayîn re starta çalakî û aktîvîteyên dê li bajêr bên kirin hate dayîn. Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz ku qeyûm tayînî şûna wê hate kirin, Meclisa Dayikên Aştiyê, endama Meclisa DBP’ê Nûrten Uzumcu, endam û rêveberên HDP’ê, DBP’ê û Partiya Çepên Kesk û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Di daxuyaniya ku pankarta “Bi Jin Jiyan Azadiyê re ber bi azadîyê ve” hate hilgirtin de endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê rojnamevan-nivîskar Nagîhan Akarsel a li bajarê Silêmaniyê hate qetilkirin jî hate bibîranîn. 
 
 ‘TECRÎD KRÎZÊ KÛR DIKE’ 
 
Aktîvîsta TJA’yê Hava Can a daxuyanî xwend wiha got: “Bi taybetî li dijî tevgera azadiyê ya kurd li Rojava û Başûr çekên kîmyewî tên bikaranîn. Em ê di çarçoveya kampanyaya xwe de li dijî şer berxwedan û azadiyê mezin bikin. Em dixwazin bi taybetî rêxistinên sivîl ên civakî, saziyên navnetewî û derdorên demokratîk li dijî vê dagirkeriyê piştevaniya têkoşîna me ya azadiyê bikin. Em ji bo çand, ziman û nasnameya xwe ya jinê têdikoşin. Êrîşên van rojên dawî hatine zêdekirin ji tecrîda li ser Îmraliyê tê sepandin serbixwe nîne. Tecrîda li ser birêz Ocalan çarêk sedsale didome. Ev di heman demê de dibe sedemê qirkirina jinê, kûrbûna krîzên siyasî û civakî.”
 
‘MÛXATAB OCALAN E’ 
 
Can, destnîşan kir ku di çareserkirina pirsgirêka kurd de muxatab Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha berdewam kir: “Sedemê bingehîn ê tecrîda li ser birêz Ocalan a rejîmê li dijî paradîgmayê ye. Em bang li jinên birêxistin ên li Tirkiyeyê dikin; divê herkes piştgiriya vê kampanyayê bike. Em ê li dijî hemû êrişan di pêşengtiya jinê de bi nasnameya xwe ya jinê û têkoşîna jinê ya birêxistinkirî re em ê civakê azad bikin. Werin em bibin yek.”
 
Jinan piştî daxuyaniyê ji avahiya DBP’ê ya Bajêr heta avahiya HDP’ê ya bajêr bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî”, tilîlî û çepikan meşiyan.