Rojnamevan Kalkan: Di çapemeniya kurd de nêrîna jinan bi Gûrbetellî dest pê kir

  • jin
  • 09:12 7 Cotmeh 2023
  • |
img
STENBOL - Rojnamevan Huseyîn Kalkan diyar kir ku bi Gûrbetellî Ersozê re di çapemeniya kurd de nêrîna jinê derketiye holê û got ku Ersoz bi têkoşîna ji bo heqîqetê re di heman demê de pêşî li ber rojnamevanên jin ên kurd vekiriye. 
 
Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojameya Ozgur Gundemê Gûrbetellî Ersoz ku di 7'ê Cotmeha 1997'an de li Herêma Kurdistana Federe jiyana xwe ji dest da, mîrateyeke girîng ji dîroka Çapemeniya Azad re hişt. Ersoz, li dijî ziman û feraseta nêrza ya çapemeniyê roleke girîng lîst. Ji bo bîranîna wê îro wekî Roja Rojnamevanên Jin hat îlankirin. 
 
Edîtorê Rojnameya Yenî Yaşamê Huseyîn Kalkan ku ew û Ersoz bi hev re di Ozgur Gundemê de xebitîne û xebatakara Yenî Yaşamê Salîha Aras, têkildarî Ersoz û mîrateya ku wê li dû xwe hiştiye axivîn. 
 
Kalkan ku 33 sal in di Çapemeniya Azad de dixebite û Ersozê nas dike, diyar kir ku piştî Ersozê li rojnameyê xebitiye di rojnameyê de nêrîna jinan derketiye holê. Kalkan da zanîn ku bi vê bandorê re hejmara xebatkarên jin jî zêde bûye û got: "Gûrbetellî bi hevalên xwe re tevdigeriya û hevaleke dilnizmê bû. Rojekê jî dereng nedima. Pir qîmet dida dîsîplîna kar. Girêdayî û dilsozê rêgezên xwe bû. Nûçeyên der barê Kurdistanê de hebûn, lê têr nedikirin. Ev yek bi saya Gûrbetelliyê çareser bû û nûçeyên der barê Kurdistanê de zêdetir bûn." 
 
MANŞETA 'RÊ DIDOME'
 
Kalkan wiha behsa wan rojan kir: Polîsan avêtibû ser Rojnameya Ozgur Gundemê. 200 kes hatin binçavkirin. Hin jê piştî îfadeyan hatin berdan, lê Gûrbetellî û gelek hevalên wê hatin girtin. Danê sibehê avêtibûn ser rojnameyê. Ji xeynî dergevan her kes hatibû binçavkirin. Kesekî ku rojnameyê amade bike tune bû. Wê demê ji bo amadekirina rojnameyê komek hebû. Polîsan ew negirtibûn. Ew kom piştî danê sibehê dihat. Heya 12'ê şevê dixebitî. Ew kom êvarî hat û rojnameyê amade kir. Rojname bi manşeta 'Rê Didome' derketibû. Tevî ew qas binçavkirin û girtinan jî rojname nesekinî û nivîsand. Ev têkoşîn me hemûyan û Gûrbetelliyê pir kêfxweş kiribû. Gûrbetellî demekê di girtîgehê de ma û paşê dest ji rojnameyê berda." 
 
‘PÊŞÎ LI BER ROJNAMEVANIYA JINÊ VEKIR'
 
Kalkan destnîşan kir ku Ersozê pêşî li ber rojnamevanên jin vekiriye û got: "Gûrbetellî tenê nebû rêveber, bi awayekî fîlî jinan daxilî rojnameyê kir. Ev tiştekî pir biqîmet e. Tiştekî wiha û domandina tiştekî wiha gaveke girîng e." 
 
Kalkan destnîşan kir ku Çapemeniya Azad bi astengiyên mezin re rû bi rû maye û hatiye roja îro, lê çapemeniya kurdan guh li tu astengiyan nekiriye. 
 
‘MÎRATEYA WÊ HÊZÊ DIDE'
 
Xebatkara Yenî Yaşamê Salîha Aras jî anî ziman ku têkoşîna Gûrbetellî Ersoz a di salên 90'î de bandor li wê kiriye. Aras têkoşîna Ersozê ji bo rojnamevanên jin ên kurd wekî mîladekê nirxand û got: "Wê demê jin mehkûmî malê dihatin kirin, lê Gûrbetellî Ersozê li dijî vê nasnameya rojnamevaniyê afirand. Têkoşîna wê ya ji bo heqîqetê ji bo me pir girîng e. Zext û girtin didomin. Kamera tên şikandin, mafê nûçewergirtinê tê astengkirin. Lê rojnamevanên jin ên kurd bi tu awayî dest ji têkoşînê bernadin. Ev têkoşîn û wêrekî xwe disipêre mîrateya Gûrbetellî Ersozê. Ger ne ji wêrekiya wê bûna, belkî hişmendiya me ya xweser derneketa holê." 
 
Aras destnîşan kir ku dê têkoşîna rastiyê ya ku ji Gûrbetellî Ersoz dewr girtine xurttir bikin. 
 
MA / Ferdî Bayram