Jin Rêveberiyên Xwecihî nîqaş dikin: Êrişên li dijî Rojava li dijî destkeftiyên jinên kurd e

  • jin
  • 10:33 7 Cotmeh 2023
  • |
ŞIRNEX - Ji hêla Meclisa Jinan ên HDP'ê û Patiya Çepên Kesk ve bi dirûşma "Di rêveberiyên herêmî de polîtîkayên jinan" komxebatek hat lidarxistin. Parlamentera Partiya Çepên Kesk Halîde Turkoglu di komxebatê de bal kişand ser êrişên li dijî Rojava û got: "Êrişên ku li dijî Rojava tê kirin tê wateya êrişên li dijî destkeftiyên jinên kurd." 
 
Ji hêla Meclisa Jinan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Patiya Çepên Kesk ve bi minasebeta amadekariyên hilbijartina xwecihî ya sala 2024'an bi dirûşma "Di rêveberiyên herêmî de polîtîkayên jinan"  komxebatê li dar dixin. Komxebat li Eywana Şaredariya Silopî ya Şirnexê pêk tê û dê 2 rojan berdewam bike. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Platforma Jinan a Şahmaran, Komeleya Jinan a Mîmoza, Komelaya Jinan a Rosa, Komelaya Dema Jinan, Komeleya Piştevaniya Jinan a Denîz û gelek saziyên jinan beşdarî komxebatê bûn. 
 
Di komxebatê de mijarên wekî; "Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, aboriya jinan, jin û ekolojî, ziman û çand, Jiyana wekhev û azad û pergala hevserokatiyê" dê bên nîqişakirin. 
 
Komxebat bi axaftina Hevşaredara Silopiyê Adalet Fîdan dest pê kir û bal kişand ser tayînkirina qeyûman û got: "Me tu carî dev ji sekna xwe berneda. Niha ji Mêrdînê, Enqerê, Amedê û Êlihê, ji Kurdistan û Tirkiyeyê gelek jin li vir in. Em dibêjin hûn bi xêr hatin." 
 
ÊRIŞÊN LI SER ROJAVA
 
Pişre Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Halîde Turkoglu axivî û silavên xwe ji Gulten Kişanak û girtiyên din re şand. Turkoglû diyar kir ku ji ber ku pergala hevserokatiyê temsîliyeta wekhev esas digirin dibin hedefa êrişên AKP-MHP'ê û got: "Em tu carî ji gotina 'Pergala Hevserokatiyê xeta me ya mor e' paşve gav navêjin. Em ê li her qadê vê esas bigirin. Em ê bi nîqaşên xwe rengê xwe bidin hilbijartina herêmî ya 2024'an."
 
Turkoglû bal kişand ser binçavkirin û girtinên rojên dawî û wiha domand: "Me bi dehan caran got û carek din jî dibêjin em tu carî li hemberî zilmê dev jî demokrasî, azadî û wekheviyê bernadin. Hûn nikarin bi polîtîkayên dijminatiyê têkoşîna jin û kurdan têk bibin. Êrişên ku niha li Rojava pêk tên encama polîtîkayên dijminatiyê ye. Em vê rastiyê baş dizanin ku êrişa li dijî Rojava êrişa li dijî destkeftiyên jinên kurd e. Li Rojava bi pêşengiya jinan çeteyên DAIŞ'ê têk çû û şoreşa ku li tevahiya cîhanê re bû mînak pêk hat. AKP-MHP vê şoreşa ku pêk hatî kir hedef."
 
GIRTINA SAZIYÊN JINAN 
 
Turkoglû di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên qeyûman, astengkirina xebatên saziyên jinan û wiha pêde çû: "Gelek saziyên jinan ji hêla qeyûman ve hedef hatin girtin. Gelek jin ji kar hatin dûrxistin. Di 9 mehên dawiyê ya îsal 234 jin ji hêla mêran ve hatin qetilkirin. Mirina 176 jinan jî bi guman e. Girtina saziyên jinan, domandina polîtîkayên bêcezahiştinê encamên polîtîkayên îktîdarê ye."
 
POLÎTÎKAYA ŞER
 
Turkoglû wiha dawî li axaftina xwe anî: "Polîtîkayên şer ên ku dibe sedema şewitandina daristanên me, polîtîkayên qeyûman a ku bajar kirine beton û bi her awayî êrişê li qadên jiyanê dikin, dê rê û rêbazên têkoşînê firehtir bikin. Em ê li vir wan mijaran nîqaş bikin. Em ber bi hilbijartina herêmî ya sala 2024'an ve diçin. Ji ber vê yekê ev komxebat ji bo me girîng e."
 
Piştî axaftina Halîde Turkoglû der barê têkoşîna jinên Rojava de sînevîzyonek hat nîşandan. Bi du re jî komxebat bi nîqaşan berdewam kir. 
 
MOEDELA ROJAVA Û ŞENGALÊ 
 
Mijara bi sernavê “Modela Rêveberiya Herêmî ya Şengalê" ji hêla Hevşaredara Sibayê Elmas Nayif ve hat kirin. Elmas, bal kişad ser modelê û behsa têkoşîn û berxwedanê kir. Ji Rojava jî Berîvan bi rêya dîmen beşdarî komxebatê bû û li ser mijara “Modela Rêveberiya Herêmî ya Rojava" nêrînên xwe anî ziman. Her wiha Gundê Jinwar a li Hesekê jî bi dîmenan hat nîşandan. 
 
Beşdarên komxebatê, bi berzkirina dirûşma "Jin jiyan azadî" Rojava û Şengalê silav kirin.  
 
Komxebat bi xebatên kargeh û nîqaşan didome.