‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye’

  • jin
  • 11:35 7 Cotmeh 2023
  • |
img
 
ÎZMÎR - Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan diyar kir ku pêngava bi komploya navnetewî dest pê kir, belavî civakê bûye û wiha got: “Azadiya wî azadiya me ye. Ji bo ku komploya li ser nasnameya me pûç bikin, divê tişta ji destê me bê bikin.”
 
Komploya Navneteweyî ku bi derketina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir û ev yek bû gava destpêkê ya destwerdanên hêzên kurewî yên li Rojhilata Navîn, ket sala xwe ya 26'an. Abdullah Ocalan ê di 15’ê sibata 1999’an de anîn Tirkiyeyê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê ku bi awayekî taybet hatiye dîzaynkirin di bin şertên tecrîdeke giran de tê ragirtin. 
 
‘JINAN XWE FERQ KIRIN’ 
 
Berdevka Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Ayten Kaplan, pêşveçûna têkoşîna jinên kurd, bandora Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li ser têkoşînê û komploya navnetewî nirxandin kirin. Kaplan, anî ziman ku jinên kurd têkoşîneke mezin didin û wiha got: “Bandoreke mezin a Rêberê Gelê Kurd çêbû ku jin hatin vê astê. Ligel dîtina çareseriyan a pirsgirêkên civaka kurd, ji bo şikandina zextên li dijî jinan, ji bo xwe rêxistin bikin qadek ji wan re vekir û têkoşiya. Jinan jî ev qad baş dagirtin. Jinan jî ferq kir ku cihê wan ê siyasî, civakî, çandî li ku ye, parçeyekî civakê ne û hêza motor a esasî ew bi xwe ne.”
 
‘HÊZA JINAN A RÊXISTINÎ DERKET HOLÊ’ 
 
Kaplan, bi lêv kir ku li dora bîrdoziya azadiya jinan têkoşîn pêş xistine û anî ziman ku li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li Rojhilata Navîn berxwedana jinan û asta leşkerî pêş ketiye. Kaplan, diyar kir ku di cîhanê de şervanî û berxwedana jinan hate ferqkirin û wiha berdewam kir: “Gelek welatan bang li tevgera jinan kirin û dan nasîn. Ev li dijî hişmendiya ku di sektora çand û modayê de jinê pêş têxe lê hêza wê ya polîtîk, îdeolojîk dernexîne serkeftineke girîng bû. Pişt re qetilkirina Jîna Emîniyê û berxwedana jinên Rojhilat jî têkoşîna jinên kurd derxist asteke cuda. Hemû cîhanê gotina me ya ‘jin jiyan azadî’ fêm kir. Hemû cîhanê gotina me ya ‘jin jiyan azadî’ fêm kir. Hêza rêxistinî ya jinan derkete holê. Gelek girîng bû ku rola pergalê li Rojhilat ji jinê re ferz ditî bê şikandin.”
 
‘JINA KURD JI CÎHANÊ RE BÛ MÎNAK’ 
 
Kaplan, destnîşan kir ku felsefeya “jin, jiyan, azadî” gerdûnî bûye û wiha pê de çû: “Me ev dirûşme di çalakî û panelan de bi kar dianî ku bi salan e em li Ewropayê dikin. Wateya li pişt wê bi Rojhilat re derket holê û gelek rêxistinên jinan hewl didin li dora wê bibin yek. Di meha kanûna par de me li Ewropayê konferanseke li ser înternetê pêk anî û ji 38 welatan tevgerên jinan tevli bûn. Me dît ku hêvî heye û ev hêvî li dora tevgera jinên Kurd birêxistin kirî ye. ‘Jin, jiyan, azadî’ li dijî zîhniyeta ku mafên parçeyî ferz dike û hinekî rehetbûnê ferz dike, hînî jinan kir ku hîn bêhtir bixwazin.”
 
‘CIVAKA AZAD BI JINA AZAD RE PÊKAN E’ 
 
Kaplan, anî ziman ku ev serketin bi îradekirina jinê pêk hatiye û wiha lê zêde kir: “Paradîgmaya me ew e ku civaka azad wê bi jinên azad re be. Em di wê baweriyê de ne ku divê têkoşîna jinê bibe yek û destketiyên xwe mayînde bike. Ji bo vê jî bi hamleya ku tevgera jinê daye destpêkirin, em hewl didin gelek rêxistinên jinan bikin yek û encamekê biafirînin. Ev bi paradîgmaya ku Rêberê Gelê Kurd pêşkêş kir re pêkan bû. Wî fikra ku pêşkêşî jinan kir û ji bo ku jin bibe îrade divê zilam berê xwe bide wî û biguhere. Bi feraset û zîhniyeteke nû jin girt dest û hem di jiyana xwe de hem jî di felsefeya xwe de parast ku jin vîn e. Ev yek jî di nava sedemên komployê de bû.”
 
‘JINAN ZILAM TIRSANDIN’ 
 
Kaplan, bal kişand ku çareseriyên Abdullah Ocalan ne tenê ji bo kurdan ji bo hemû pirsgirêkên herêmê hene û anî ziman ku hêzên feraseta yekpest li gelan ferz dikin ji vê aciz bûn. Kaplan, diyar kir ku van hêzan ji bo ku statuyên xwe biparêzin komployeke wiha pêşxistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevgera jinan nirxand ku çima komployeke wiha çêbûye. Pergala heyî têkoşîna hebûna xwe dide û Rêberê Gelê Kurd ê li dijî vê yekê alternatîfekê pêşkeş dike heye. Hebûna vîna jinê ya bixwe, di  nava yekeya herî biçûk a malbatê de jî pirsgirêk e. Dema em li pergala dewletê dinerin ev pirsgirêk mezintir dibe. Ji ber fikirîna cuda ya jinê dê pergalê hilweşîne, rolek li wê hatiye barkirin. Lê birêz Ocalan difikirî ku jin wekhev in û di nava pergala alternatif de divê wekehev di nava mekanîzmayê de cih bigire. Fikra jin di jiyanê de dibin şirîk mêr tirsandin. Ji ber ku dema we rola civakî ya mêr ji destê wan girt, tiştekî ku xwe îfade bike namîne. Ji bo ku di serdema 9’ê cotmehê de di kesayeta birêz Ocalan de pergal pêşve neçe û belav nebe pêvajoyeke komployê ya wiha hate destpêkirin.”
 
‘PERGALEKE ALTERNATÎF PÊKAN E’ 
 
Kaplan, da zanîn ku jin jiyanek û civakeke nû dixwazin û ev tişt got: “Civakeke ku birêz Ocalan soza wê dabû gelan û analîzan dike derdikeve holÊ. Fikirîn ku bi derxistina Ocalan a ji Rojhilata Navîn dê serweriya xwe biparêzin. Lê kesên paradigmaya wî diparêzin û têkoşîna wê didin hene. Em difikirin ku ev belav jî dibe. Di vî warî de komplo vala derket. Civak êdî dibeje ne mecbûre li gorî ferzkirina pergalê bijî. Êdî li Rojava paradîgmayeke ku tecrûbeya wê heye û nîşan dide jiyaneke alternatîf pêkane heye. Em dibînin ku li Rojava qadên ku jin xwe tê de bibînin hene. Anku pergaleke alternatîf pêkane.”
 
‘DIVÊ EM FIKRÊN XWE VEBÊJIN’ 
 
Kaplan, destnîşan kir ku divê bê dîtin ev pêngava bi 9’ê Cotmehê dest pê kir ne tenê li dijî birêz Ocalan li dijî civakê hatiye kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê em azadiya wî weke azadiya xwe bibînin. Ji bo em vê komploya li ser nasnameya xwe pûç bikin divê tişta ji destê me bê bikin. Divê em vê di siyasetê, çandê û jiyanê de bidin nîşan dan. Ji ber vê yekê di serî de jin rola hemû gelê me heye. Divê bi dîtina vê yekê em têkoşîna xwe pêş ve bibin û em neçarin li welatên em lê ne fikrên birêz Ocalan û paradigmaya pergala alternatîf ku pêşkeş kiriye vebêjin. Em dikarin bi vî awayî nîşan bidin ku komplo pûç bûye û dikarin siyaseta alternatîf ferz bikin.”
 
MA / Tolga Guney