Di meha îlonê de 32 jin hatin qetilkirin

  • jin
  • 11:49 7 Cotmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya tundiyê ya meha îlonê ya JINNEWS'ê 32 jin û 3 zarok hatin qetilkirin, 22 jin û zarok jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane û jinek jî bi hewldana qetilkirinê re rû bi rû maye. 
 
Daneyên tundiyê yên di çapemeniyê de derdikevin, tabloya tundiya ku her diçe zêde dibe, dide bar çavan û ev jî bi tenê di beşeke çapemeniyê de xuya dikin. Rêxistinên jinan diyar dikin ku sedema zêdebûna tundiya li ser jinan, girêdayî gotinên desthilatdariya serdest e. Li gorî çeteleya meha îlonê ya JINNEWS'ê 32 jin û 3 zarok hatin qetilkirin, 22 jin û zarokek jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane û jinek jî bi hewldana qetilkirinê re rû bi rû maye. 
 
Jin li aliyekî piştevaniyê mezin dikin û li aliyê din jî dibin hedefa desthilatdarî û mêran. Di meha adarê de li herêmên erdhêjê, tundiya mêr zêde bû. Ji ber kêmasiya mekanîzmayên pêşîgirtina tundiyê, jin nikarin dengê xwe bidin bihîstin. Her wiha xebatên ji bo zarokan jî qels dimînin û zarok jî rastî her cure tundiyê tên. 
 
KUJER NÊZ IN
 
12 ji jinên hatin qetilkirin, ji aliyê hevjînên xwe ve, 5 ji wan ji aliyê mêrê dest ji hev berdabûn ve, yek ji aliyê hevalê xwe ku jê veqetiyabû ve, 2 ji aliyê nasên xwe ve, 4 ji aliyê mêrên ku pê re di asta dest ji hev berdanê de bûn ve, yek ji aliyê biraziyê xwe ve, yek ji aliyê kurê xwe ve, yek ji aliyê zavayê xwe yê berê ve, yek ji aliyê hevjînê xwişka xwe ve, yek ji aliyê mêrê ku nas nedikir ve hat qetilkirin. Kujerê jinekê jî nehate zanîn.
 
HERÎ ZÊDE KUŞTIN LI STENBOLÊ ÇÊBÛN
 
Li Stenbolê 4, Mereşê 2, Çorûmê 1, Kocaeliyê 1, Enqereyê 3, Manîsayê 1, Karabukê 2, Denizliyê 1, Bursayê 3, Antalyayê 1, Rihayê 2, Dîlokê 1, Muglayê 1, Erziromê 1, Konyayê 2, Îzmîrê 2, Kayseriyê 1, Amedê 1, Afyonkarahîsarê 1, Tekîrdagê 1, Duzceyê jî jinek hate qetilkirin.