Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê hat avakirin

  • jin
  • 15:37 7 Cotmeh 2023
  • |
img

AMED - Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê hat avakirin. Endamên damezrîner ên komeleyê ku di avakirinê de axivîn diyar kirin ku wê bibin dengê jinên rojnamevan û gotin: "Armanca me mezinkirina berxwedana rojnamevana ne." 

Rojnamegerên jin ên di nav Çapemeniya Azad de cih digirin, Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) ava kirin. Rojnameger, Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG), Seroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û rêveberên ÎHD'a Amedê, Rêxistinên Partiya Çepên Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Amedê, Komeleya Jinan a Rosa, Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Ceylan Akça û Adalet Kaya, rêxistinên sivîl û gelek jin tev li merasîma vekirinê bûn. 
 
Yek ji endama damezrîner a komeleyê Safiye Alagaş a ewilî axivî, anî ziman ku 7'ê cotmehê ji bo rojnamevanên jin xwedî wateyeke mezin e.  
 
'EM Ê BIBIN DENGÊN JINÊN ROJNAMEGER' 
 
Seroka MKG'ê Roza Metîna a pişt re axivî jî wiha got: "Di 7'ê Cotmehê de Gurtbetelî Ersoz jiyana xwe ji dest da. Di qada rojnamegeriyê de rolek wê ya girîng heye. Bi pênûsa xwe têkoşînek da. Li hemberî êrişan serî netewand. Armanca me xwedî lê derketina mîrateya Gurbetelliyê ye. Rojnamegerên jin ên kurd heta îro têkoşînek û berxwedaneke mezin dan. Şîlan Aras ji hêla rêjîma Îranê ve hat qetilkirin û hêj jî cihê cenazeyê wê nayê zanîn. Xeyala Şîlanê avakirina ajansa jinê bû û hat avakirin. JINHA hat girtin, rojnameya Şûjin hat vekirin û ev hat girtin JINNEWS hat vekirin. Ajansa jinê û komele xeyala têkoşerên jin bû. Di rewşeke zehmet de Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê hat avakirin û hemû rojnamegerên jin di bin platformê de hatin cem hevdû. Niha rojnamegeran gaveke nû avetin. Em armanc dikin ku berxwedana rojnamegerên jin mezin bikin û bibin dengê jinên rojnamegerên Rojhilata Navîn û cîhanê."
 
'DILÊ ME BI JINÊN LI QADA ŞER NÛÇEYAN ÇÊDIKIN RE YE' 
 
Metîna, di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser êrişên li dijî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: "Niha li Rojava şerek heye. Ligel şerê heyî rojnamegerên jin ji qadê nûçe çêdikin. Dilê me bi wan re ye. Sekna me û felsefeya me ya her çar parçeyan dê îlhamê bide jinên cihanê. Me ji Şîlan, Deniz, Nûjiyan û Gurbetellî îlham girt û em ê şopdarên wan bin." 
 
'LI ROJAVA LIGEL ZEHMETIYAN HEQÎQET TÊ NIVÎSÎN' 
 
Sekretera Giştî ya DFG'ê Gulşen Koçuk jî Gurbetellî Ersoz bibîranî û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Roja ku me dest bi kar kir ji me re gotin her wêneyek wê dibe dîrokek û divê wisa bixebitin. Çapemeniya Azad dîrok qeyd kir. Rojnameriya jinê di asteke pir cuda de ye. Ligel zext, girtin û windakirinan çapemenî meşa xwe berdewam kir. Di dîrokeke girîng de em gaveke dîrokî davêjin. Ji çar parçeyên Kurdistanê rojnamegerên jin ên berxwedêr hene. Em wan silav dikin. Li Rojava ligel zehmetiyan heqîqet tê nivîsin. Em mezinbûna rêxistinbûna rojnamegerên jin ên kurd silav dikin. Em ê bibin bersiva êrişan." 
 
'RÊXISTINBÛNA ROJNAMEGERÊN JIN GIRÎNG E' 
 
Piştre jî Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn axivî û got: "Rêxistinbûna rojnamegerên jin girîng e. Gurbetellî Ersoz dê her daîm seroka giştî ya komeleyê be. Ez wê nas dikim, firsedeke min wisa çêbû. Jineke kurd û taybet bû. Dema Rojnameya Ozgur Gundemê hat vekirin wêneyek me bi Gurbetellî re hebû û ji min re got 'Em ketin rêyeke zehmet'. Lê belê ev zehmetî û rê ji bo Kurdistanê qet bi dawî nebû. Niha li ser vê erdnegariyê şerek tê ferzkirin. Herî zêde jî jin dibin mexdûrên şer. Ragihandina vê şerê jî girîng e. Komeleyek wisa tê avakirin û ev tişt gelekî girîng e. Em ê her tim li cem komeleyê bin." 
 
Piştî axaftinan vekirina komeleyê pêk hat.