Karabûlût a hatibû binçavkirin hate berdan

  • jin
  • 16:51 7 Cotmeh 2023
  • |
img
DÎLOK - Zekiye Karabûlût a 55 salî ku di saetên serê sibê de li Dîlokê hatibû binçavkirin, piştî kirariyên îfadeyan ên li edliyeyê hate berdan. 
 
Zekiye Karabûlût (55) a ji aliyê 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve derbarê wê de biryara lêgerînê hatibû dayîn di saetên serê sibê de li mala xwe ya li Dîlokê hatibû binçavkirin. Karabûlût a bi hinceta di konferansa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a di 17’ê gulana 2022’yan de li Amedê li dar xist dirûşme berz kiriye hatibû binçavkirin, piştî li Edliyeya Dîlokê îfadeya wê hate wergirtin hate berdan.