'Em ê bi reflekseke rêxistinkirî li dijî şerê taybet bitêkoşin'

  • jin
  • 09:07 8 Cotmeh 2023
  • |
img
AMED - Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Sûzan Îşbîlenê anî ziman ku pêvajoya pevçûnî ya li Kurdistanê bi polîtîkayên şerê taybet ên li ser jinan bênavber didome û got: "Refleksa rêxistinkirî nakeve dafika polîtîkayên şerê taybet û em ê bi têkoşîna xwe ya rêxistinkirî ya sînornenas li hemberî van polîtîkayan bisekinin." 
 
Komeleya Jinan a Rosayê ku li Kurdistanê li dijî polîtîkayên şerê taybet têdikoşe, di 5'ê Cotmehê de bi dirûşmeya “Li hemberî tundiya li ser jinê, jin têkoşînê dihûnin” kongreya xwe ya awarte li dar xist û rêveberiya xwe ya nû diyar kir. Rêveberên berê û yên nû yên komeleyê anîn ziman ku dê li Kurdistanê bi reflekseke rêxistinkirî li dijî polîtîkayên şerê taybet rabin. 
 
RÊXISTINBÛYÎN
 
Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Sûzan Îşbîlen diyar kir ku heya pêvajoya pevçûnî hebe dê polîtîkayên şerê taybet jî bidomin. Îşbîlenê destnîşan kir ku polîtîkayên şerê taybet ne li derî pêvajoya pevçûnî ne û got: "Polîtîkayên şerê taybet kesan teslîm digirin, bêbandor dikin û wan ji qada civakî dûr dixin. Derdorên xizan ên ku hay ji bîra xwe tune ne, bi vî awayî dikevin nava nahpikên hêzên dewletê. Tekane tişta ku bê kirin rêxistinkirin e. Şerê taybet tu carî nikare di civakên bîrbir û rêxistinkirî de bibandor bin." 
 
Îşbîlen destnîşan kir ku refleksa ku li Wanê xwe da der girîng e û got: "Refleks divê wiha be. Me berê jî dîtiye, mixabin ceza li tacizker û tecawizkerên biunîforma nayê birîn. An jî cezayên wan tên kêmkirin. Hemû mirovên ku daxilî nava pratîka qirêj a taciz û tecawizê dibin, divê bi vî awayî li bara civakê bên lanetkirin. Daraz tiştekî din e, lê li bara civakê vederkirina wan bi ya min dê bandortir be. Refleksa rêxistinkirî nakeve dafika polîtîkayên şerê taybet. Lewma divê gel bi temamî rêxistinkirî be." 
 
'HIQÛQA DIJMINATIYÊ'
 
Seroka Komeleya Rosayê ya berê Rûken Erguneş jî got: "Ji roja ku komele hatiye avakirin û komeleyên din ên hatine girtin hewl dan polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê deşîfre bikin. Rewşa ku em niha pê re rû bi rû dimînin jî ji dema Komar heya niha didome. Êrişên li Kurdistanê yên li hemberî jinên kurd bênavber tên kirin. Me di bûyera li Wanê de jî dît. Li vir hiqûqeke dijminatiyê tê pêkanîn. Leşke rû polîsên tên vir gel wekî dijmin dibînin û wiha nêzî gel dibin." 
 
'EM Ê BITÊKOŞIN'
 
Erguneş bilêv kir ku bi taybetî jî li ser jinên ciwanan polîtîkayên cidî tên kirin û got: "Bi awayekî têkiliyeke hestyarî datînin û dîmenên wan digirin û bi van dîmenan gefê li wan dixwin. Pergal bi tevahî dixwaze ciwanine apolîtîze û bêbîr biafirînin. Em van êrişan dişopînin, lê bi bêcezatiyê bi dawî dibin. Bi awayekî ser van kirinan digirin. Gava em dibêjin 'cinayetên jinan polîtîk in' em îşaret bi vê dikin. Lê em ê bi dengekî bilindtir li dijî van kirinan bitkoşin." 
 
Endama Lijneya Rêveber a Komeleyê Parêzer Berfîn Polat jî anî ziman ku ew ê xw ebi jinûveavakirinç bi têkoşîna xwe ya rêxistinkirî ya sînornenas li dijî van şidet û kuştinan bisekinin û têkoşîna xwe bidomînin.
 
MA/ Eylem Akdag- Şîlan Çîl