Akademîsyena misirî Attîa: Fikrên Ocalan mifteya wekheviyê ne

  • jin
  • 10:11 8 Cotmeh 2023
  • |
img
ENQERE - Zanyara siyasetê Fernaz Attîa ya ji Misirê anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi fikrên xwe bandor li hemû jinên cîhanê kiriye û got ku paradîgmaya wî ya li ser esasê azadiya jinê, ekolojiyê û demokratîkbûyînê mifteya wekheviyê ne. 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku bi tevkariya hêzên navdewletî di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin, 25 sal in li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê di hucreyeke yekkesî de tê girtin. Ocalan ku pêwendiya wî ay bi civakê re hatiye qutkirin, di 25 salên pêvajoya tecrîda mutleq de bi paradîgmaya li ser esasên azadiya jinê, ekolojî û demokratîkbûyînê re dest bi avakirina jiyaneke nû kir. 
 
Zanyara siyasetê Fernaz Attîa ya ji Misirê, armancên komployê û tecrîdê û rola Ocalan a li Rojhilata Navîn nirxandin. 
 
Attîayê anî ziman ku tecrîda ku bi komploya navdewletî didome, hewldanek e ku meseleya kurd nediyar bike û zexta li Rojhilata Navîn bidome. 
 
‘ARMANC BERBILAVKIRINA PEVÇÛNÊ Û DOMANDINA ZEXTAN E'
 
Attîayê bilêv kir ku wê demê gelek dewletên cîhanê piştgiriya Ocalan nekirine û welek welatên ereb jî xwe li bêdengiyê danîne û got: "Tecrîd, pêkanîneke li dijî mirovahiyê ye. Tirkiye di vî warî de li gor peymanên navneteweyî tevnegeriya. Welatên rojavayî yên dagirker, li Rojhilata Navîn û cîhana erebî de xwedî armancên siyasî û aborî ne. Li nav gelên herêmê bi berbelavkirina mezhebparêzî û pevçûnan, dixwazin zextan û hisûmeta di nava gelên herêmê de bidomînin." 
 
Attîayê destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan jî hewldaneke ji bo nediyarkirina meseleya kurd û domandina zextên li Rojhilata NAvîn e û wiha pê de çû: "Ji lew re fikrên Ocalan û projeya wî, ne li gor welatên kapîtalîst ên rojavayê û welatên herêmê yên alîkariya ji van welatan dixwazin. Lewma revandina Ocalan û girtina wî, bi temamî mijareke polîtîk e û bi eşkere li dijî peymanên mafên mirovan ên navneteweyî ye." 
 
‘AZADIYA JINÊ, SEMBOLA AZADIYA CIVAKÊ YE'
 
Binpêkirinên mafan ên mirovan ên ji ber welatên kapîtalîst rû didin, pirsgirkên wekî krîza avhewayê û newekheviya li Rojhilata Navîn û welatên rojavayê kûrtir kiriye û got ku paradîgmaya azadiya jinê, ekolojîk û demokratîk a Ocalan mifteya wekheviyê ne.
 
‘BI FIKIRÊN XWE BANDOR LI HEMÛ JINAN KIR'
 
Attîayê desnîşan kir ku Ocalan mîmarê rasteqîn ê modela li Rojavayê ye û bal kişand ser tecrîdê. Attîayê bilêv kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi fikirên xwe bandor li hemû jinên cîhanê kiriye û bal kişand ser felsefeya ku bi dirûşmeya "jin, jiyan, azadiyê" berbelav bû. 
 
Attîayê destnîşan kir ku di serî de Misir li gelek welatên ereban ji bo azadiya Abdullah Ocalan înîsyatîfên cuda hatine avakirin û got ku ji bo azadiya Ocalan divê kurd hêza xwe bikin yek. 
 
Attîayê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Kurd, divê hêza xw ebikin yek. Ji bo li seranserê cîhanê ragihandina meseleya kurd, dîtinên Ocalan û tecrîda li ser wî, firsendan biafirînin û wan bi kar bînin. Li dijî çavbirçîtiya hêzên rojavayî ya ji bo xak û dewlemendiya Rojhilata Navîn û planên berfirehkirinê yên hêzên herêmî yên wekî Tirkiyeyê û rejîma mola ya Îranê ya gefxur, divê tevî ereban hewldanên xwe bikin yek."