Komxebata di rêveberiyên herêmî de polîtîkayên jinan bi dawî bû

  • jin
  • 18:08 8 Cotmeh 2023
  • |
img

ŞIRNEX - Komxebata "Di rêveberiyên herêmî de polîtîkayên jinan" bi dawî bû. Encamnameya komxebatê dê demên pêş de bi raya giştî re bê parvekirin.

Ji hêla Meclisa Jinan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Patiya Çepên Kesk ve bi minasebeta amadekariyên hilbijartina xwecihî ya sala 2024'an bi dirûşma "Di rêveberiyên herêmî de polîtîkayên jinan"  komxebat hate lidarxistin. Komxebata li Eywana Şaredariya Silopiyayê ya Şirnexê hate lidarxistin du rojan berdewam kir. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Jineolojî, Platforma Jinan a Şahmaran, Komeleya Jinan a Mîmoza, Komelaya Jinan a Rosa, Komelaya Dema Jinan, Komeleya Piştevaniya Jinan a Denîz û gelek saziyên jinan beşdarî komxebatê bûn. 
 
Di komxebata ku du rojan berdewam kir de, roja destpêkê atolyeyên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, aboriya jinan, jin û ekolojî, ziman û çand, jiyana wekhev û azad û pergala hevserokatiyê hatin lidarxistin. Xebatên atolyeyê bi nîqaşên girîng berdewam kirin. Nîqaş û pêşniyarên jinan di rûniştina îro de yek bi yek hatin vegotin û nirxandin. Pêşniyarên jinan xal bi xal hatin wergirtin. 
 
‘BIRYARÊN GIRÎNG HATIN GIRTIN’
 
Di dawiya komxebatê de Rêvebera MED-DER’ê Dîlan Guvenç axivî. Guvenç, diyar kir ku xebatên bi vî rengî hêz didin wan û wiha axivî: "Bêguman xebat û komxebatên bi vî rengî, her çend demkurt bin jî, lê di warê naverok, fikr û ramanên bi keda jinê hûnandî de, dibin cihê hêviyên xurt. Ev hêvî jî dibin sedem ku em bêtir daxilî nava xebat û têkoşînê bibin. Bi dehan kargeh hatin lidarxistin, biryarên girîng hatin girtin û ezmûn û tecrûbeyên giranbiha hatin ragihandin. Em weke Komisyona Navendî, hemû nîqaş û biryarên hevalan di cî de dibînin, wan wekî nirxekê dipejirînin û ji bo vê keda pîroz ji dil û can malavayiya tevahiya hevalên xwe dikin.”
 
Komxebat bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû. Dê encamnameya komxebatê demên pêşiyê de bi raya giştî re bê parvekirin.