Der barê 8 jinan de lêpirsîna pankartê hat destpêkirin

  • jin
  • 11:26 9 Cotmeh 2023
  • |
img
WAN - Li Wanê 8 jinên ku tacîza çawişê pispor protesto kirin, der barê wan de bi îdiaya “xelkê teşwîqî kîndarî û dijminahiyê dikin” lêpirsîn hat destpêkirin. 
 
Li Wanê çawişên pispor jinan tacîz kiribûn. Xelkê Wanê bi hêrsek mezin bertek nîşanî çawişên pispor dabûn. Komeleya Jinan a Starê jî derbarê jî têkildarî tacîza çawişên pispor daxuyanî dabûn û pankarta “Li dijî tacîz û tecawiza leşker û polîsan wê têkoşîna rêxistinkirî ya jinan bi ser bikeve” vekiribû. Serdozgeriya Komarê ya Wanê ji ber vê pankartê der barê 8 jinan de bi îdiaya “xelkê teşwîqî kîndarî û dijminahiyê dikin” lêpirsîn da destpêkirin. 
 
Lêpirsîn der barê ji rêveberên Komeleyê Sevgî Ozdînç, Serap Guvenç, Rojbîn Bor, ji parêzerên komeleyê Zeynep Demîr, Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyûn û aktîvîsta TJA’yê Aynûr Tarhan jî di nav de 8 jinan de hat destpêkirin. Tê payîn ku jinên navborî biçin Emniyeta Wanê û îfade bidin.