Jinên bertek nîşanî tacîza çawişên pispor dayîn îfade dan

  • jin
  • 16:55 10 Cotmeh 2023
  • |
img

WAN - Derheqê jinên di protestokirina tacîza çawişên pispor de pankart hilgirtin de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Jinan, li emniyetê îfade dan. 

Di 1’ê cotmehê de 6 mçawişên pispor li ser Cadeya Maraşê ya Wanê du jin tacîz kirin. Li ser vê yekê jinan xwestin di 2’yê cotmehê de çawişên pispor ên tacîzkar protesto bikin û pankarta “Li dijî tacîz û tecawiza kesên biunîforma dê têkoşîna rêxistinkirî ya jinan bi ser keve. Jin, Jiyan, Azadî” vekiribûn. Lê polîsan êrişî jinan kirin, pankart desteser kirin û derheqê 9 jinan de lêpirsîn dan destpêkirin. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Wanê derheqê jinan de bi îdiaya “Dijminatî û kînê di nava gel de belav dikin û biçûk dixin” lêpirsîn da destpêkirin. 
 
Derheqê endamên Jin STAR’ê Serap Guvenç, Sevgî Ozdînç, Rojbîn Bor, Ayla Tarhan, Hevseroka Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER) Hanim Kaya, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Şengul Polat û Rêvebera DBP’ê ya Bajar Hanim Çelîk lêpirsîn hate vekirin û ji bo îfadeyê vexwendin Şaxa Ewlehiyê ya Midûriyeta Emniyetê ya Wanê. 
 
‘ME MAFÊ XWE YÊ AZADIYA XWEÎFADEKIRINÊ BI KAR ANÎ’
 
Ji jinên ku tevî parêzerên xwe ji bo îfadeyê çûn emniyetê têkildarî daxuyaniyên tevli bûne û pankarta hilgirtibûn pirs hatin kirin. 
 
Jinan, di îfadeyên xwe de diyar kirin ku tacîzkirina jinan a ji hêla 6 çawişên pispor ve û berteka gel li ser çapemeniyê hîn bûne û wan jî di çarçoveya mafê xweîfadekirinê de xwestin bertek nîşan bidin. Her wiha jinan got ku pankarta wan jî sûc nîne. 
 
‘LI DIJÎ HIQÛQÊ YE’
 
Parêzeran jî destnîşan kirin ku çalakiyên di dosyayê de weke hêmayên sûc ên şenber hatine nîşandan, sûc nînin û lêpirsîn bi awayeke derhiqûqî tê birêvebirin. 
 
Piştî îfadeyan, jin ji emniyetê derketin. Hat zanîn ku Zeynep Demîr û Ebrû Demîrtepe ku derheqê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin lê li derveyî bajar in, dê piştre biçin îfade bidin.