Ji bo kesê hevjîn û 3 zarokên xwe kuştî cezayê muebbeta giran hate xwestin

  • jin
  • 09:44 11 Cotmeh 2023
  • |
img

ŞIRNEX - Di îdianameya derheqê Hasan Karaaslan ku hevjîn û 3 zarokên xwe qetil kiriye de hat diyarkirin ku divê îfadeyên Karaaslan esas neyên girtin û bi cezayê muebbeta giran were cezakirin. 

 
Kesê bi navê Hasan Karaslan di 24’ê tebaxa 2022’yan de li navçeya Hezex a Şirnexê hevjîna xwe Leyla Karaaslan (40) ku bi awayekî sîstematîk tundî lê dikir û keçên xwe Derya (17), Melek (16) û Şerîfe (13) dema radizan di xewê de qetil kir. Piştre jî Hasan Karaaslan bi sûcê “Hevjîn û zarokên xwe bi qesdî kuşt” hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê. 
 
Karaaslan di dema îfadeyên xwe yên li midûriyetê û dozgeriyê de îdia kir ku nexweşiyên wî yên psîkolojîk hene. Li ser daxwaza wî, ji bo were tespîtkirin bê ka nexweşiyeke wî ya psîkolojîk heye yan na, şandin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê. ATK’ê rapora xwe amade kir û got ku hiş û aqilê faîl li serî ye û pirsgirêka wî nîne. Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê jî salek û 2 meh piştre derheqê Karaaslan de bi tawanbariya “Hevjîn û zarokê xwe bi qesdî qetil kir” îdianame amade kir. Îdianame ji hêla 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê ve hate qebûlkirin. 
 
Di îdianameya ji 5 rûpelan pêk tê de girtekên polîsan, rapora otopsiyê, rapora lêkolîna cihê bûyerê, rapora ATK’ê, rapora Lijneya Pisporiyê ya 4’emîn a Tipa Edlî, îfadeyên şahidan û dîmenên hatin û çûna faîl a malê cih girtin. 
 
HEDEF GIRT Û QETIL KIR
 
Di îdianameyê de têkildarî bûyerê wiha hate gotin: “Di bûyerê de zarokeke Leyla Karaaslan tesadufî xelas bû. Di lêgerîna di wesayîtê de tifinga nêçîrê hate desteserkirin. Li gorî dîmenên lêkolîna cihê bûyerê; bi tifingê ketiye odeya zarok û hevjîna wî tê de diman û dema Derya Karaaslan, Melek Karaaslan û Şerîfe Karaaslan radizan bi qesdî yek bi yek gule berdaye serê wan û kuştiye. Dema gumanbarî keçên xwe dikuşt, hevjîna wî Leyla Karaaslan bi destê keça xwe mexdûr M. Karaaslan girt û reviya û jê re got ku xwe li pişt dolabê veşêre û heta jê re nebêje derkeve ji wir dernekeve. Dema Leyla Karaaslan derdiket derve, li ber derî gule li serê wê hate xistin û bi qesdî hate kuştin. Piştre jî gumanbar li wesayîta xwe siwar bû...” 
 
ÎFADEYA ŞAHID TUNDÎ PIŞTRAST KIR
 
Kekê Leyla Karaaslan, Ramazan Tek weke şahid lê hate guhdarîkirin. Tek, di îfadeya xwe de got ku xwişka wî gelek caran rastî tundiyê dihat û wiha got: “Gelek caran derb dikir. Kesekî pir hesûd bû Heta xwişka min ji me jî dihesûdiya. Nedihişt li xwe jî binere. Mirovekî gelek hov bû.” 
 
ÎFADEYA ZAROKÊ
 
Di îdianameyê de hat destnîşankirin ku faîl îfadeyên hev nagirin dide û bi îdiaya “nexweşê şîzofreniyê” hewl dide xwe xelas bike. Têkildarî îfadeyên hevnegirtî yên faîl jî di îdianameyê de cih da îfadeyên mexdûr M. Karaaslan. Di îdianameyê de wiha hate gotin: “Diyar kir ku dema gule li xwişkên wî dihatin barandin, dayika wî bi destê wî girtiye û derxistiye derve û jê re gotiye; ‘xwe li pişt dolabê veşêre. Heta ez nebêjim derkeve ji wir dernekeve.’ Got ku xwe li pişt dolabê veşartiye, piştî bavê wî ji malê derketî û xelk hatiye malê ji wir derketiye, dayika xwe li erdê dirêjkirî dîtiye. Gumanbar jî di îfadeya xwe ya li cem hêzên ewlekariyê de dibêje ku dema çûy odeyê zarokên wî radizan. Lê di îfadeya xwe ya li cem dozgeriyê de got ku dema çûyî odeyê hevjîn û keça wî Derya hişyar bûn. Bi vê yekê re eşkere dibe ku gotinên wî hev nagirin û bûyerê rast venabêje. Her wiha dibêje ku di tevahiya rojê de çek di destê wî de hebû, zarokên wî raketîne, hişyar bûn, piştî hevjîna wî çek dîtî reviyaye û nayê bîra wî bê ka çek bi kar aniye yan na. Tiştên ku dibêje ne li gorî asayîbûna jiyanê ne (...)” 
 
‘TU PIRSGIRÊKÊN GUMANBAR ÊN HIŞ Û AQIL NÎNIN’
 
Di îdianameyê de hate destnîşankirin ku faîlî qurbanî hedef girtiye û wisa kuştiye û ev tişt hatin gotin: “Gumanbar dibêje ku ji nişka ve dengan dibihîse û wisa difikire ku li telefona wî dihat guhdarîkirin. Lê ev tişt tiştên ji hev cuda ne. Tenê gumanbar guman jê birine ku li telefona wî tê guhdarîkirin û ji bo xwe ji cezayî xelas bike, her du rewş girêdayî hev kirine û hewl dide nîşan bide ku hişê wî ne li serê wî ye da ku ceza lê neyê birîn. Parastina wî esas nehatiye girtin. Di dosyaya wî de guleyên li qurbaniyan hatine barandin û di raporên otopsiyê de xuya dibe ku gule pir nêz ve berdaye serê qurbaniyan. Di encama lêkolînan de di 08.03.2023’yan de rapor hate amadekirin û di raporê de hate gotin ku di mijara hiş û aqil de tu pirsgirêkên gumanbar nînin. Di encama van tespîtan de xuya dibe ku gumanbar hevjîn û keçên xwe bi qesdî bi tifingê kuştiye.”
 
Dozger, di îdianameyê de xwest ku faîl Karaaslan bi sûcê muebbeta giran were cezakirin. 
 
Danişîna ewil a Karaaslan dê di 17’ê mijdarê de li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê were lidarxistin. 
 
MA / Zeynep Durgut