Rapora Girtîgeha Sîncanê ya Jinan: Tu girtiyek siyasî ji mafê berdana bişert sûdê wernagire

  • jin
  • 11:05 11 Cotmeh 2023
  • |
img
ENQERE - OHD’a Enqereyê diyar kir ku li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan sê sal in girtiyên siyasî ji mafê berdana bi şert sûdê wernagirin û girtîgeh derdikeve derveyî qada rayeyê û dadgeh jî biryarên girtîgehê erê dike. 
 
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Enqereyê der barê biryarên taloqkirina înfazê ji aliyê Desteya Îdare û Çavdêrî ya Girtîgeha Sîncana Enqereyê ya Jinan ve tên kirin, raporek weşand. OHD’ê rapora xwe bi sernavê, “Jinên Girtî yên li Girtîgeha Sîncanê ku Mafên Berdana Bişert ji Destê Wan Hatine Girtin” weşand. OHD’ê di rapora xwe de diyar kir ku ji sala 2021’an ve tu girtiyek li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan ji mafên xwe yên berdana bişert sûdê wernagirin û hat gotin ku bi giştî 14 jinên girtî bi hincetên kêfî berdana wan di navbera 9 meh û 15 mehan de hatiye taloqkirin. 
 
‘HIQÛQA CIHÊKARIYÊ YE’ 
 
OHD’ê di rapora xwe de da zanîn ku Desteya Îdare û Çavdêriyê ji sala 2020’an ve li pêşiya berdana girtiyan dibe asteng û berdana bişert red dike. Di raporê de hat gotin kus ê sal in tu girtiyekî ji mafên berdana bi şert sûdê wernegirtiye û berdana 14 girtiyan hatiye astengkirin û du jin ji ber ku dema taloqkirina înfaza wan qediyaye hatine berdan. Navên girtiyan ji mafên xwe sûd wernagirtin ev in: “Mukaddes Kubîlay, Zeynep Han Bîngol, Rozerîn Kûrt, Sabîte Ekîncî, Jiyan Ateş, Ozlem Demîr, Sedef Demîr, Nedîme Yaklav, Nejla Yildiz, Dîlan Oynaş, Berîn Sari, Sermîn Demîrdag.” OHD’ê di raporê de da diyarkirin ku taloqkirina înfazê ango neberdana girtiyan di navbera 9 meh û 15 mehan de diguhere. OHD’ê di rapora xwe de destnîşan kir ku ev tişta li ser girtiyan pêk tê qanûn û hiqûqa cihêkariyê ye û xwest dawî li qanûn û hiqûqa cihêkariyê were anîn.