Ciwanên enternasyonalîst: Têkoşîna jinên kurd dê bi sînordarkirina erdnîgariyê re kêm bimîne

  • jin
  • 09:11 12 Cotmeh 2023
  • |
img
AMED - Francesca Fabozzi ya enternasyonalîst got: "Têkoşîna jinên kurd ji bo têkoşîna jinên enternasyonalîst, mînak e. Gava mirov vê têkoşînê bi erdnîgariyê ve sînordar bike dê kêm bimîne. Ji lew re ev têkoşîn, dê seyra têkoşîna jinên cîhanê diyar bike." 
 
Ciwanên enternasyonalîst ku ji bo kongreya Partiya Çepên Kesk ku dê di 15'ê cotmehê de bê lidarxistin, hatin Stenbolê, serdana saziyên kurdan ên li Stenbol û Amedê dikin. Şandeya ji nêzî 15 kesan pêk tê jinên ji Fransa, Îtalya û Almanyayê hatine tê de cih digirin. 
 
Ji jinên ciwan ên enternasyonalîst Caroline Föster û Francesca Fabozzî, behsa bandora têkoşîna jinên kurd a li ser jinên ewropayî kirin. 
 
'LI DIJÎ PATRÎARKAYÊ TÊDIKOŞIN'
 
Caroline Förster a Alman diyar kir ku di nava têkoşînan jinan a cîhanê de têkoşîna jinên kurd xwedî cihekî girtîng e û got: "Çendî şert û mercên têkoşînê cuda bin jî, têkoşîna jinên kurd jî wekî tevgera jinan a enternasyonalîst li dijî patrîyarkayê têdikoşe." Försterê destnîşan kir ku modela hevserokatiyê ya jinan ji bo wan pir girîng e û got ku bi vê modelê bi dîtina jinan peydekirina çareseriyan pir girîng e. 
 
Försterê bal kişand ser dirûşmeya "jin, jiyan, azadiyê" jî û got: "Ev dirûşme pir girîng e. Dirûşmeyek e ku doza azadiya tevahiya jinên cîhanê dike. Di salênd awî de pir zêde tê bilêvkirin. BI berbelavbûna vê dirûşmeyê gelek jin, hay ji têkoşîna jinan a li vir çêbûn. Şerê jinan ên ji bo azadiya xwe pir girîng e. Têkoşîna li vir ji bo têkoşîna jinên enternasyonalîst di wesfê mînakê de ye. Em dikarin vê têkoşînê li her derê cîhanê berbelav bikin." 
 
'DIVÊ TÊKOŞÎN BI ERDNÎGARIYÊ NEYÊ SÎNORDARKIRIN'
 
Francesca Fabozzi ya îtalî jî anî ziman ku piştî ku li Îtalyayê hin derdorên polîtîk Konfederalîzma Demokratîk û Şoreşa Rojavayê nîqaş kirine ev yek bi wê balkêş hatiye û got: "Gava mirov vê têkoşînê bi erdnîgariyê ve sînordar bike dê kêm bimîne. Ji lew re ev têkoşîn, dê seyra têkoşîna jinên cîhanê diyar bike. Gava em hay ji têkoşîna xweser a her welatî çêdibin, hayjêhebûna me ya ji bo me jî zêdetir dibe û têkoşîna me ya jinan xurt dibe." 
 
Fabozzi ku got "tiştên ez der barê têkoşîna jinên kurd de hîn bûm li min hayêjêhebûnek peyde kir" wiha domand: "Wekî keseke enternasyonalîst ez berpirsiyariya pêkanîna hin tiştan hîs dikim. Bi ya min divê her kes vê berprisiyariyê hîs bike. Gava em dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî' ya jinên kurdan bilêv dikin em li nav çavên hev mêze dikin û em hêza têkoşînê hîs dikin." 
 
Fabozzi herî dawî got: "Ji bo min a girîng ew e ku em xwe bigihînin kesên cuda difikirin. Divê em pêwendiyê bi hemû derdoran re deynin. Em hemû bi talûkeya kapîtalîzm û lîberalîzmê re rû bi rû ne. Em jin divê li dijî van bi hev re bitêkoşin." 
 
MA/ Mujdat Can