Bi ser qetilkirina Hevrîn Xelef re 4 sal derbas bûn: Li Rojava dîrok jinûve tê nivîsandin

  • jin
  • 11:07 12 Cotmeh 2023
  • |
img

RIHA - Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Sîham Dawîd diyar kir ku piştî qetilkirina Hevrîn Xelef ji hêla dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ve jî bi dehan jinên pêşeng hedef hatine girtin û wiha got: “Ji ber ku li Rêveberiya Xweser dîrok di şexsê jinan de jinûve tê nivîsandin.” 

 
Dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) di 9’ê cotmeha 2019’an de li dijî Girê Spî û Serêkaniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişa dagirkeriyê dan destpêkirin. Di roja sêyemîn a êrişan de Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef tevî 7 kesan lkil ser rêbeja Eyn Îsayê hate girtin û bi îşkenceyê hate qetilkirin. Dîmenên komkujiyê li ser hesabên medyaya dijîtal hatibûn parvekirin û di rapora otopsiyê de jî derketibû holê ku Xelef û kesên pê re bi îşkenceyê hatine qetilkirin. 
 
Hevrîn Xelef di sala 1984’an de li Dêrikê ji dayik bû û piştî ji Beşa Endezyariya Zîraetê ya Zanîngeha Helebê vegeriya bajarê xwe. Ji ewil Wezîrtiya Enerjiyê ya Kantona Cizîrê kir û piştre jî li Wezareta Aboriyê xebitî. Di sala 2018’an de jî weke Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê hate hilbijartin. 
 
KUJERÊ WÊ LI TIRKIYEYÊ MEZÛN BÛ
 
 
Derket holê ku kujerê Xelef ê bi navê Ebû Hatîm Şakra ku ji fermandarên koma paramîlîter a Ehrar û Şerqiyeyê ye û Neteweyên Yekbûyî (NY) dibêje sûcê şer kiriye, salên dûvdirêj li Tirkiyeyê dijî û di 6’ê hezîranê de li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal wêneyên mezûnbûna xwe parve kir. Hat zanîn ku kujer Şakra li Beşa Zanista Siyasetê û Têkiliyên Navneteweyî ya Zanîngeha Artûkluyê bi navê Ahmet (Îhsan Fayyad) el-Hayes qeyda xwe çêkiriye. Di dîmenên torena mezûniyetê de jî tê dîtin ku alaya OSO’yê tê vekirin.
 
‘BI ŞOREŞÊ RE ME DEST BI XEBATAN KIR’
 
Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Sîham Dawîd qala hevala xwe ya têkoşînê Xelf kir. Dawîd, diyar kir ku Xelef xwedî ruhekî pêşeng bû û wiha got: “Bi roleke wiha di Şoreşa Rojava de cih girt. Di nava malbateke welatparêz de bi fikrên azadiyê mezin bû. Bi destpêkirina Şoreşa Rojava di 12’ê Tîrmehê de, weke kurdên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me biryar da ku tev li şoreşê bibin. Di demên ewilî yên şoreşê de min û Hevrînê bi hev re dest bi xebatan kir. Demekî dirêj em bi hev re bûn. Piştre em çûn bajarên cuda. Piştre me got divê pirsgirêkên sûriyeyiyan bên çareserkirin û me dest bi xebatên avakirina partiyeke nû kir. Me xwest bi vê partiya nû re weke gelên Sûriyeyê bersivê bidin êrişan. Di 27’ê adara 2018’an de me Partiya Pêşeroja Sûriyeyê ava kir. Di kongreya ewil de Hevrîn weke sekretera partiyê hate hilbijartin. Li vir gelek biryar hatin dayîn. Hevrîn bi mirûzeke xweş, bi têkoşîn û berxwedaneke mezin di xebatan de cih digirt. Hêz dida her kesî. Di 9’ê cotmeha 2019’an de êrişan dest pê kir û 3 roj piştre bi hovane hate qetilkirin. Zimanê Hevrînê zimanê aştiyê bû û zimanê çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê bû. Di nava gel de weke ‘kevoka aştiyê’ dihat pênasekirin.” 
 
ARMANCA ŞOREŞA JINÊ YE
 
Piştî Xelef, bi dehan jinên pêşengtiya pergala nû dikirin hedef hatin girtin. Endamên Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Zehra Berkel û Hebûn Mela Xelîl û xwediya malê Emîne Weysî di 23’yê hezîrana 2020’an de hatin qetilkirin. Bi boneya 10’emîn salvegera Şoreşa Rojava, di 22’yê tîrmeha 2022’yan de li Qamişloyê Forûma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn hate lidarxistin. Ji fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan dema ji forûmê vedigeriyan hatin hedefgirtin û qetilkirin. Di encama êrişa bi SÎHA’yan a di 20’ê hezîranê li Qamişloyê de Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş, cîgira wê Leyman Şiwêş (Rîhan Amûdê) û ajokarê wesayîtê Firat Tûma hatin qetilkirin. 
 
Dawîd, got ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin pêşengtiya jiyana nû dikin û axaftina xwe wiha qedand: “Bi taybet jî jinên weke Xelef ku di pergala nû de bi erkekî girîng radibin hedef tên girtin. Dema şoreş nû dest pê kirî, jinan di her qadan de xebat dimeşandin. Bi taybet jî jinên tev li artêşa jinan a li qada şer bi pêşengtiya YPJ’ê hatiye avakirin bûn, nîşan dan ku kole, bênasname û bêhêvî nînin. YPJ, bersiveke jinan a li dijî pergala ji hêla mêran ve hatiye avakirin bû. Dixwazin vê jiyana nû ya bi destê jinan hatiye avakirin tune bikin. Dixwazin hebûna jinan ji holê rakin û îradeya wan tune bikin. Ji ber ku dizanin dema jin azad bûn dê welêt jî azad bibe. Li Rêveberiya Xweser dîrok di şexsê jinan de jinûve tê nivîsandin. Gel jî di ferqa vê de ye. Lewma xwedî li şoreş û têkoşîna xwe derdikevin.” 
 
MA / Ceylan Şahînlî