44 sal cezayê hefsê dan faîlê destdirêjî li zarokê kirî

  • jin
  • 11:40 13 Cotmeh 2023
  • |
img
STENBOL - Kesê bi navê A.T. li Stenbolê bi awayeke sîstematîk destdirêjî li zarokekê dikir. Ji ber sûcê “îstîsmara biwesf a li dijî zarokê ya bi rêya tundiyê” 40 sal û 6 meh û ji ber sûcê “Gefa bi çekê” jî 4 sal cezayê hefsê dan faîl A.T. 
 
Kesê bi navê A.T. li Sûltanbeylî ya Stenbolê 5 salan bi awayekî sîstematîk destdirêjî li neviya xwe kir û di 7’ê gulana 2022’yan de hate girtin. Danişîna dozê li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Anadoluyê ya li Kartalê hate lidarxistin. Di danişînê de faîlê girtî A.T. û parêzerên aliyan amade bûn. 
 
Faîl A.T. di danişînê de parastina xwe kir û destdirêjî înkar kir. Li gorî rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) jî delîlên destdirêjiyê yên fîzîkî û tibbî hene. 
 
Dozger xwest ku faîl were cezakirin. 
 
44 SAL CEZAYÊ HEFSÊ HATE DAYÎN
 
Şandeya dadgehê biryara xwe da û ji ber sûcê “îstîsmara biwesf a li dijî zarokê ya bi rêya tundiyê” 40 sal û 6 meh û ji ber sûcê “Gefa bi çekê” jî 4 sal cezayê hefsê da faîl A.T. 
 
‘DÊ DESTÊN NÊZÎ ZAROKAN DIBIN BÊ CEZA NEMÎNIN’ 
 
Parêzera zaroka rastî destdirêjiyê hatî Bîlgîn Unsaç piştî biryarê wiha got: “Zarok bêguneh in. Dê destên nêzî zarokan dibin bêceza nemînin. Di vê dosyayê de jî destê nêzî zarokê bûn şewitîn. Heta ku em hebin dê tu caran destên nêzî zarokan dibin bêceza nemînin.”