Tundiya li dijî jinan: 'Qirkirin' jî derbas kiriye

  • jin
  • 09:07 17 Cotmeh 2023
  • |
img
AMED - Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Sûzan Îşbîlenê diyar kir ku tundiya li jinê û cinayetên tên kirin asta "qirkirinê" derbas kirine û got: "Pêvajoyên şer û pevçûnî vê tundiyê zêde dikin." 
 
Li Amedê bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) ku di çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL) de hatibûn çêkirin, gelek saziyên jinan hatibûn girtin û bi tayinkirina qeyûman jî gelek saziyên jinan ên girêdayî şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatibûn pasîfîzekirin. Di atmosfereke wiha de, di 29'ê kanûna 2018'an de Komeleya Jinan a Rosayê hat avakirin. Komeleyê di 5'ê cotmehê de duyemîn kongreya xwe ya awarte li dar xist. Komele ji ber xebatên xwe yên di warê jinan de tim bi zextên darazê re rû bi rû dimîne. 
 
Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Sûzan Îşbîlenê têkildarî tundiya li jinê tê kirin û sedemên wê axivî. 
 
‘QIRKIRINÊ DERBAS KIRIYE'
 
Îşbîlenê diyar kir ku tundiya li hemberî jinê bênavber didome û wiha pê de çû: "Di pêvajoya dîrokî de gava ji yekê zêdetir bihatana kuştin, ji bo vê digotin' qirkirin', lê mixabin niha tim tundiya li jinê tê kirin. Jin tim tên kuştin. Êdî divê mirov têgiheke ji 'qirkirinê' wêdetir bibîne, ji lew re kuştin pir zêde bûye. Pêvajoyên şer û pevçûnî jî vê tundiyê zêdetir dikin. Hem hêla fîzîkî hem jî hêla derûnî ya tundiyê zêde bûye." 
 
POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ
 
Îşbîlen bal kişand ser polîtîkaya bêcezatiyê ku di zêdebûna tundiyê de xwedî roleke girîng e û got ku qanûn jinan naparêzin. Îşbîlen ev tişt gotin: "Di Destûra Bingehîn de xaleke wekî 'tundiya li jinê nayê kirin' tune ye. Kêmkirina cezayan pir zêde ye. Ger kiryar kesekî nêzî desthilatê be yan jî biunîforma be (leşker, polîs û cerdevan) jixwe nayên cezakirin jî. Tenê binçavkirinek çêdibe û paşê tên berdan. Li cihekî bêcezatî hebe, helbet dê kuştina jinan jî zêde bibe. Mêrê ku dizane dê neyê cezakirin her roj sûcan dike." 
 
ŞERÊ TAYBET
 
Îşbîlen, bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê û got ku ev polîtîka parçeyek pergala serdest a mêrserweriyê ne. Îşbîlenê destnîşan kir ku bi taybetî bedena jinê hedef tê girtin û got: "Şerê taybet jinê ji bîra wê dûr dixe. Armanca ew e ku jinê ji bûyerên civakî dûr bixe. Ji lew re îro ro li Kurdistan û Tirkiyeyê ya ku zorê dide desthilatê têkoşîna jinan e. Jinên ku li hemberî zor û zehmetiyan li ser pêya disekine, gava bîra wê biçe ne pêkan e ku li dijî faşîzmê bitêkoşe."
 
Îşbîlen, anî ziman ku hêleke girîng a polîtîkayên şerê taybet jî tecrîd e û wiha domand: "Tecrîda ku di şexsê birêz Ocalan de tê pêkanîn, bandorê li tevahiya civakê dike. Gava em daxuyaniyekê didin jî em bi astengiyan re rû bi rû dimînin. Destûra tu çalakiyan nayê dayîn. Gotina 'li cihên girtî bikin' parçeyeke tecrîdê ye. Me pêvajoyeke çareserî-aştiyê dît û hêviyeke mezin li mirovan peyde bûbû. Hat dîtin ku dê zarok nemirin. Ji lew re atmosferên rageliyê bandoreke nebaş li derûniya mirovan dikin. Aktivîstên jin jî bi darazê nesîb ji van polîtîkayan digirin." 
 
ARMANCA ÊRIŞAN
 
Îşbîlenê destnîşan kir ku ew wekî komele 5 sal in li dijî van zextan têdikoşin û got: "Sedemeke tacizkirina darazê ya li hemberî komeleya me jî ev e. Komele ji bo jinan bû hêvî, lê dixwazin vê hêviyê ji holê rakin. Em dikarin li ser esasê pêdiviya civakî çalakiyên xwe zêde bikin. Divê em vê têxin rojeva gel. Polîtîkayeke şerê taybet heye û ev hemû jinan hedef digire. Ji bo hayjêhebûnê mirov dikare çalakiyan zêde bike. Em ê vê jî di rojên pêş de nîqaş bikin." 
 
MA / Eylem Akdag