Cezayê muebbetê li faîlê Fîrdevs Babat hate birîn

  • jin
  • 16:05 18 Cotmeh 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Cezayê muebbetê li faîlê Fîrdevs Babat ê bi navê Ahmet Babat hate birîn. 
 
Jina bi navê Fîrdevs Babat li bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qileban a Şirnexê bi îşkenceyê hatibû qetilkirin. Têkildarî qetilkirina Babat de li Ahmet Babat doz hatibû vekirin û bi sûcê “Zarok bi qesdî kuştiye” dihat darizandin. Danişîna biryarê ya dozê li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hate lidarxistin. Malbata Fîrdevs Babat û parêzerên wan di danişînê de amade bûn. Endamên Navenda Piştevaniyê ya Jinan a Dayika Taybet a Şaredariya Silopiyayê jî danişîn şopand. Bersûc Ahmet Babat li girtîgeha lê dihat ragirtin bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. 
 
DAXWAZA ‘BILA ŞAHID BÊ CEZAKIRIN’
 
Bersûc Ahmet Babat tehliyeya xwe xwest. Dozger jî xwest ku Babat bi cezayê muebbeta giran were cezakirin. Bavê Fîrdevs Babat, Tamer Babat li dijî mutalaayê mafê axaftinê girt û xwest ku li gel Ahmet Babat, her wiha şahidê bi navê Ramazan Babat jî were cezakirin. Babat, wiha got: “Ez dixwazim ku dadgeh derheqê Ramazan Babat de li serdozgeriya komarê gilî bike.” 
 
Parêzerê malbata Fîrdevs Babat, Aydin Altaç jî got ku şahid Ramazan Babat di dosyayê de faîl e û ev tişt anî ziman: “Di dosyayê de kêmanî hene. Dosya bi awayekî baş nehat lêkolînkirin. Li gorî me Ahmet ev bûyer bi tena serê xwe nekiriye. Faîl, di îfadeyên xwe de her tim hewl dide kekê xwe Ramazan ji sûc xelas bike. Li gorî me ev bûyer li gel kekê xwe plan kir û mexdûra 18 salî qetil kirin.” 
 
Parêzera Komeleya Ji Ewil Jin û Zarok Hediye Gokçe Baykal jî diyar kir ku faîlên cuda jî hene. Baykal, got: “Bersûc, ev sûce bi alîkariya şexsên din kiriye. Şahid Ramazan Babat jî faîlê vî sûcî ye. Lewma bersûc di hemû rûniştinan de îfadeyên cuda dide. Em dixwazin ji sûcê kuştina zarok a bi qesdî were cezakirin.” Parêzera Polîtîkayên Malbat û Xebatên Civakî Esma Dogan jî xwest ku bersûc were cezakirin. 
 
CEZAYÊ MUEBBETÊ HATE DAYÎN
 
Dadgehê, ji ber sûcê “Kuştina bi qesdî” cezayê muebbedê da Ahmet Babat û daxwazên derheqê Ramazan Babat de jî red kir.