Polîsê ku îstîsmara zayendî li zarokê kirî hate girtin

  • jin
  • 10:50 19 Cotmeh 2023
  • |
img
QERS - Polîsê ku li navçeya Sêlîm a Qersê îstîsmara zayendî li xwendekara dibistana amadehî kirî hate girtin. 
 
Polîsê ku li navçeya Sêlîm a Qersê îstîsmara zayendî li xwendekara dibistana amadehî kirî hate girtin. Mamosteyekê li navçeyê dixebitî diyar kir ku polîsî îstîsmara zayendî li xwendekara 15 salî kiriye û polîs îxbar kir. Piştî giliyê xwendekara keç jî, meqamên edlî û îdarî lêpirsîn dan destpêkirin. Polîsê ku demekî kin berê ji peywirê hatibû dûrxistin, hate binçavkirin. Piştî kar û barên îfadeyê yên li cem cendirmeyan, sewqî edliyeyê hate kirin. Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Qersê ji ber sûcê “îstîsmara zayendî” biryara girtinê da û polîs hate girtin.