Li Amedê atolyeya ‘lîberalîzm û rêxistinbûyînê’ hate lidarxistin

  • jin
  • 11:49 19 Cotmeh 2023
  • |
img
AMED - Meclisa Jinan a HEDEP û HDP’ê beriya “Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk” ku dê di 11’ê mijdarê de li Enqereyê li dar bixin, atolyeya “lîberalîzm û rêxistibûyînê” li dar xist. 
 
Meclisa Jinan a Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Amedê di çarçoveya "Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk" de ku dê di 11’ê mijdarê de li Enqereyê li dar bixin, atolyeya bi navê “Lîberalîzm û rêxistinbûyînê” li dar xistin. Gelek jin tev li atolyeya ku li Odeya Avahîsazan hate lidarxistin bûn. 
 
‘EM Ê BI GAVÊN XURT BIKEVIN HILBIJARTINÊ’ 
 
Hevşaredara Bajarênû Belgîn Laçîn Dîken a qeyûm tayînî şûna wê hate kirin ku beriya civînê axivî, anî ziman ku beriya wan hilbijartinek heye û bi jinan re têkildarî pêvajoyê ketine nav xebateke xurt. Dîken, da zanîn ku bi ser atolyeyan dest bi xebatan kirine û wiha got: “Li herêmê me li Amed, Serhed û Botanê dest bi xebatan kirin. Di çarçoveya biryarên bên girtin de em ê biçin konferansê. Em ê bi hişmendiyeke şaredariyeke zelal, jina xurt, jinûve û di cih de bikevin hilbijartinên şaredariyê. Em ê bi taxan dest bi xebatên xwe bikin. Em ê bi gavên xurt bikevin hilbijartinê.”
 
NÎQAŞÊN LI SER LÎBERALÎZMÊ
 
Endama Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a HDP’ê Rozerîn Îldan jî diyar kir ku wê pêvajoyeke ku bi navê avakirina jina azad pêş bikeve û ew ê li ser rêxistinbûyînê nîqaşan bikin. Îldan, wiha got: “Ji bo em li dijî bandora lîberalîzmê ya li ser jinê helwesteke xurt nîşan bidin me dest bi xebata atolyeyê kir.”
 
Atolye ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.