Nexweşiya wê belavî hemû laşê wê bû: Songul Adin nayê dermankirin

  • jin
  • 09:49 21 Cotmeh 2023
  • |
img

MÊRDÎN - Girtiya nexweşa giran Songul Adin a li Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Bunyanê tê ragirtin, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne. Xwişka Adin, Yuksel Sovu, da zanîn ku tedawiya xwişka wê nayê kirin û wiha got: “Ne li gorî nexweşiya wê li gorî dosyaya wê nezîk dibin.”

 
Girtiya nexweş Songul Adin ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” di sala 2016’an de li Mêrdînê hate girtin û 11 sal û 5 meh cezayê hefsê lê hate birîn, li Girtîgeha Jinan a Bunyana Kayseriyê nikare xwe bigihîne mafê xwe yê tenduristiyê. Adin a ji ber îltîhaba kezeba reş nexweşiya wê ya sînîrê jî heye ji ber îltîhaba kezeba reş rojên zehmet dijî. Nexweşiya wê dest bi belavkirina laşê wê kir. Ji ber îltîhab heta serçokan belav bûye Adin zehmetiyê dikişîne ku hereket bike û pêdiviyên wê jî ji aliyê hevalên wê yên qawişê ve tên bicihanîn. 
 
Adin, a nayê dermankirin, rewşa xwe axaftina bi telefonê ji malbata xwe re vegot. Xwişka Adin, Yuksel Sovu serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê da. 
 
‘NE LI GORÎ NEXWEŞIYA WÊ LI GORÎ DOSYAYA WÊ NÊZÎK DIBIN’ 
 
Sovu, da zanîn ku xwişka wê piştî tîrmeha 2016’an hate girtin, ji ber giranbûna rewşa wê di nava 2 mehan de hate berdan lê ji ber cezayê wê hate pejirandin di cotmeha 2017’an de jinûve hate girtin û anî ziman ku dema xwişka wê dihat dermankirin hate girtin. Sovu, diyar kir ku xwişka wê ewilî sewqî Girtîgeha Mêrdînê, dû re Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê û pişt re jî sewqî Girtîgeha Kayseriyê hate kirin û wiha got: “Niha nexweşiya wê gelek giran bûye. Îltîhabê kezeba wê ya reş hemû girtî ye. Tedawiya wê nayê kirin. Dema dibin derman dikin jî ne li gorî nexweşiya wê li gorî dosyaya wê nêzîk dibin.”
 
‘EM NAXWAZIN JI GIRTÎGEHAN CENAZE DERKEVIN’ 
 
Sovu, xwest ku xwişka wê ji ber nexweşiya wê bê berdan û wiha berdewam kir: “Em edaletê, mirovahiyê û wekheviyê dixwazin.”
 
Sovu, da zanîn ku xwişka wê ji wan faksek şandiye lê faks negihiştiye destê wan û anî ziman ku di nameya xwişka wê de hatiye diyarkirin ku faks hatiye astengkirin. Sovu, diyar kir ku xwişka wê di axaftina xwe de ji wê re gotiye “Heke li vir tiştek bi serê me were berpirsyar rayedar in. Ji ber ku tedawiya me nayê kirin , me nabin nexweşxaneyê.” Sovu, bi lêv kir ku xwişka wê ji Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê re daxwazname şandine lê tu bersiv negirtî ye û ev bang kir: “Gelek zehmetiyan dikişîne. Girtîgeha lê tê ragirtin gelek dûr e. Ji ber vê yekê em nikarin her tim biçin serdanê. Gelek caran me daxwazname dan ku sewqî cihekî nêzîk bê kirin lê daxwaza me nehate qebûlkirin. Em dixwazin tiştekî adil û qanûnî bikin. Em girtiya xwe saxlem dixwazin. Em naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin.”