‘Ên bi unîforma bûn aktorên şerê taybet'

  • jin
  • 09:07 22 Cotmeh 2023
  • |
img
WAN - Aktivîsta mafên jinan Sevîm Çîçek diyar kir ku leşker û polîs bi bikaranîna unîformayên xwe li erdnîgariya Kurdistanê bûne aktorê polîtîkayên şerê taybet û bal kişand ser têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan a li dijî van polîtîkayan. 
 
Şerê taybet ku piştî darbeya 12'ê Îlona 1980'yî li hemberî kurdan veguherî sazûmaniyekê, di dema desthilata AKP'ê de kûrtir bû. Ji aliyekî ve bi polîtîkayên koçberiyê dixwazin Kurdistanê ji mirovan xalî bikin, li aliyê din jî li hemberî ciwan û jinan polîtîkayên şerê taybet tên pêşxistin. Şerê taybet ku armanca wê jinê bike hedef, bi destê çawişên pipsor ên li Kurdistanê bi meaşê zêde tên peywirdarkirin, jina daxilî nava fuhûşê tên kirin. 
 
Ji bajarên ku ev polîtîka zêde lê belav bûne yek jê jî Wan e. Herî dawî 6 çawişên pispor ên araqvexwarî, dest avêtin jinan. Çawişên pispor ku gel li wan xist û ew teşhîr kirin, paşê ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin. Aktivîsta mafên jinan Sevîm Çîçek, polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê tên meşandin û polîtîkayên desthilatê yên li hemberî destkeftiyên jinan nirxandin. 
 
‘DESTHILAT GUHERÎN, POLÎTÎKA NEGUHERÎN'
 
Çîçek diyar kir ku desthilat guherîne lê polîtîkayên tên meşandin nehatine guherandin û got ku bi salan e li Kurdistan û Tirkiyeyê tundî tê kirin û polîtîkayên şerê taybet tên meşandin. Çîçek bilêv kir ku li herêmê polîtîkayên şerê taybet tên meşandin û li herêmê pêkanînê sereke jî tundiya li jinê, destavêtin, destdirêjî, fuhûş û tiryak in. 
 
AKTORÊN ŞERÊ TAYBET: ÊN BI UNÎFORMA
 
Çîçek destnîşan kir ku leşker û polîs bi bikaranîna unîformayên xwe li erdnîgariya Kurdistanê bûne aktorên sereke yên polîtîkayên şerê taybet û wiha pê de çû: "Gelek nûçe hatin belavkirin ku jin, polîs, cerdevan û çawişên pispor jinan daxilî nava fuhûşê dikin. Lê têkildarî vê yekê lêpirsîneke zelal û çalak tune ye. Kesên der barê van polîtîkayan de diaxivîn jî tên sûcdarkirin. Wekî ku li holê tiştekî wiha tune be tevdigerin. Li wir cerdevan, polîs û hêzên ewlehiyê sûcekî dikin û li hemberî kesên têkildarî vê diaxivin jî dibêjin 'gotinan diavêje polîsên me.' Cesaret ji van polîtîkayên bêcezahiştinê tê girtin û ev rewş her diçe kûrtir dibe." 
 
‘BI BÊCEZAHIŞTINÊ WELÊT BER BI TARÎTIYÊ VE TÊ ŞANDIN'
 
Çîçek anî ziman ku sûcên leşker û polîsan bêceza dimînin û wiha domand: "Çendî em dibêjin 'dewlet sûc dike an jî polîs sûc dikin', feraseta vî sûcî dike dest ji kiryarên xwe bernade. Sedema sereke ya ku desthilat bi van polîtîkayên şer jinan hedef digire jî, mezinbûna vê têkoşînê ye û dizanin dê jin vê tarîtiyê parçe bikin. Qanûna bi hejmara 6284'an, Peymana Stenbolê, mafê nefeqeyê, qanûna medeniyê, ev hemû destkeftiyên jinan bûn, lê desthilatê û şirîkên wê ev destkeftî hedef girtin. Bi hedefgirtina van destkeftiyan re welêt bêtir ber bi tarîtiyê ve tê şandin." 
 
RÊXISTINBÛYÎN
 
Çîçek bilêv kir ku jin bi salan e vê feraseta tarî nas dikin û li her qadê li dijî vê ferasetê têdikoşin. Çîçek wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em di vê pêvajoyê de hay ji berpirsiyariya xwe hene. Tekane tişta ku divê em bi vê berpirsiyariyê bikin jî, bê şert û şirût hatina cem hev a jinan û bi têkoşîneke rêxistinbûyî parçekirina vê feraseta tarî ye." 
 
MA / Rûken Polat