Berga Kovara Jinê ya vê hefteyê tecrîd e

  • jin
  • 10:01 22 Cotmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 34’emîn a Kovara Jinê bi manşeta “Tecrîd, rêya nerewa ya fetisandina têkoşînê ye” derket. 
 
Hejmara 34’emîn a Kovara Jinê derket. Di vê hejmarê de mijara tecrîdê hate nirxandin û li ser têkiliya di navbera şer û tecrîdê de û bandora tecrîdê ya ji hêla fikrî ve sekinîn. 
 
Nivîsên di hejmara nû de ev in: 
 
* Enternasyonalît: Tecrîd, şerekî li dijî fikrên Abdullah Ocalan e / Meltem Oktay
 
* Hema bes bila zêhna me girtî nebe / Oya Açan
 
* Di şer de jinbûn … / Sevcan Kadîroglû
 
* Bi rastî jî Rojhilata Navîn çi bû? / Ezgî Sila Demîr
 
* Divê em jin ji bîr nekin / Ayşe Çelîk