Hatîmogûllari: Siyaseta tenê bi îktîdarê bide windakirin bes nake, em ê birêve bibin

  • jin
  • 10:13 22 Cotmeh 2023
  • |

ENQERE – Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari têkildarî stratejiya partiya xwe ya hilbijartinên rêveberiyên herêmî axivî û wiha got: “Siyaseteke ku tenê li ser bingeha em bi îktîdarê bidin windakirin bes nake. Em ê bi hev re birêve bibin.” 

Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civiya. Gelek jin tev li civînê bûn. Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari Oruç beriya civînê têkildarî rojevên heyî axivî. Hatîmogûllari, spasiya hemû kesên keda wan di kongreya mezin de hebû kir. 
 
ÊRIŞÊN ÎSRAÎLÊ 
 
Hatîmogûllari, bal kişand ser keda jinên di dîrokên cuda hatine qetilkirin û yên niha di girtîgehan de û wiha got: “Dema me amadekariyên kongreyê dikir û me kongreya xwe li dar xistî, mixabin dagirkeriya Îsraîlê ya li Filistînê derket qonaxeke cuda. Şer gihiştiye konaxeke pir cuda. Ji ber êrişên Îsraîlê, 2 milyon kes li qadekî pir teng ji bo jiyanê têdikoşin. Mimkin nîne ku mirov êrişên li ser Xezeyê qebûl bike. Ruh û bedena jinan parçe parçe dikin. Me di vî şerî de careke din dît bê ka bedena jinan çawa tê teşhîrkirin. 
 
PIRSGIRÊKÊN KURD Û FILISTINIYAN 
 
Li rexekî êrişên ser Xezeyê û li hêlan din ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Li Rojava santralên ceyranê, nexweşxane, stasyonên sotemeniyê, dibistan û hemû qadên sivîlan hatin bombebarankirin. 5 milyon insan hedef hatin girtin. Îsraîl hewl dide filistîniyên li Xezeyê koçî Çola Necefê bike. Tirkiye ya ku li dijî vê derdikeve, heman tişt li Efrînê kir. Kurdên li Efrînê ji wir derxist û hewl da guherîneke mezin a demofrafyayê bike. Niha hewl dide vê projeyê li ser Rojava bimeşîne. Mimkin nîne ku em vê qebûl bikin. Du birînên xedar ên Rojhilata Navîn hene; yek pirsgirêka kurdan û ya din jî ya Filistînê ye. Heta ku ev her du pirsgirêk li derveyî feraseta dewletê, bi rêyên demokratîk neyên çareserkirin, heta ku bi pergala konfederalîzma demokratîk neyê çareserkirin, dê ev herêm nekare bêhnê bistîne. 
 
DIVÊ TIRKIYE XWE JI SÛRIYEYÊ VEKIŞÎNE 
 
Divê Îsraîl êrişên xwe yên li dijî Filistînê tavilê bide sekinandin. Her wiha divê tavilê êrişên bi fermana Tirkiyeyê li dijî Rojava tên kirin jî bên sekinandin. Divê tevahiya hêzên çekdar ên Tirkiyeyê tavilê xwe ji Sûriyeyê vekişînin. Di serî de pirsgirêka kurd, divê Tirkiye demildest pirsgirêkên xwe bi rêyên demokratîk û aştiyane çareser bike. Ji bo ku kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê bikarin di nava edalet, aştî, wekhevî û xwişk-biratiyê de bijîn, em neçarin ku nifteya çareseriyê bibînin û pêvajoyeke zagonî bi hev re ava bikin. Werin em bi hev re hîn bêhtir li gel gelên kurd û Filistînê bin. 
 
EM JIN DIKARIN BIDIN SEKINANDIN 
 
Banga me ya herî mezin ji bo jinên Rojhilata Navîn û cîhanê ye; em dikarin sînoran derbas bikin, bi destên hev bigirin û li ser xeta enternasyonal tevgera aştiyê ava bikin. Di serî de Rojhilata Navîn, pêdiviya hemû cîhanê bi vê yekê heye. Em jin bi hev re dikarin rê li ber rijandina xwînê bigirin. 
 
DIVÊ ABDULLAH OCALAN AZAD BIBE 
 
Birêz Abdullah Ocalan zêdetirî 24 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di tecrîdê de ye. Ev 32 meh in jî ne malbat ne jî parêzer dikarin pê re hevdîtinê bikin. Ev rewş, di tu rejîmên otorîter ên cîhanê de nehatiye jiyîn. Dixwazim careke din balê bikişînim ser girîngiya fikrên birêz Ocalan a di çareserkirina pirsgirêka kurd û pirsgirêkên gelên herêmê de. Di serî de pirsgirêka kurd, ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelan divê demek beriya demekî tecrîda li ser birêz Ocalan bê bidawîkirin û ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Di serî de gelê kurd, ev daxwaz daxwaza hemû gelên herêmê ye. Em jinên tirkiyeyî û tevgera jinên kurd divê bi destên hev bigirin û têkoşîna aştiyê mezintir bikin. 
 
QEYÛM TAYÎNÎ ÎRADEYA JINAN KIRIN 
 
Îktîdara Tirkiyeyê, karesatên ji şer mezintir tîne serê jinan. Ji Peymana Stenbolê vegeriyan ku temînata jiyana jinan bû. Her wiha pergala hevserokatiyê û rêgeza nûnertiya wekhev weke sûc nîşan dan û qeyûm tayînî îradeya jinan kirin. Ji şêweyê lixwekirina cil û bergan heta şêweyê jiyanê û hejmara zarokan, mudaxileyî her tiştekî jinan dike. Mîna Hîtler li Almanyeyê kiribû, li vir jî heman rejîm tê avakirn. Li vir banga min ji bo Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ye; peywira we ne ew e ku çav berdin destkeftiyên jinan, peywira we ew e ku hûn van mafan biparêzin û xurtir bikin. 
 
DI 9 MEHAN DE 323 JIN HATIN QETILKIRIN
 
Tenê di nava 9 mehên sala 2023’yan de 323 jin ji hêla mêran ve hatin qetilkirin. Webala van komkujiyan di stûyê wan de ye. Divê hevdîtineke ji bo bisînorkirina mafê nefeqeyê ya li Meclisê nexin rojeva xwe jî. Êşa krîza aborî ya li welêt herî zêde em jin dikişînin. Hesaba beroşa li malê dikele ji me tê pirsîn. Weke ku krîza aborî, xizanî û birçitî bes neke, îcar jî rastî tundiya nava malê tên. Heke em nekarin xwe xweyî bikin û cihê hewana me nebe, sedema vê ev rejîm, ev pergale ye. 
 
STRATEJIYA RÊVEBERIYÊN HERÊMΠ
 
Di mijara hilbijartinên rêveberiyên herêmî de rêgezên me hene. Em ê li gorî van rêgezan rola xwe bilîzin. Ya herî girîng jî ew e ku dê şaredariyên xwe ji qeyûman bistînin. Em ê şaredariyên nû li şaredariyên xwe zêde bikin. Ji bo pirsa ‘gelo dê ji bo bajarên li rojavayê Tirkiyeyê heman stratejiya sala 2019’an be’ jî dikarim vê bibêjim; siyaseta ku tenê li ser bingeha bi îktîdarê bidin windakirin besî me nake. Hewla me ew e ku birêve bibin. Stratejiya me ya ku bi hinekan bidin windakirin rast e lê divê em bêhtir li ser nîqaşan bikin. Ji bo vê jî dê li Amed, Mêrdîn, Wan û Stenbolê atolyeyên jinan bên lidarxistin. Em jin dê di van atolyeyan de stratejiya hilbijartinên rêveberiyên herêmî diyar bikin. Piştre jî dê di konferansa me de stratejî bê eşkerekirin. 
 
EM DIKARIN GAVÊN MEZIN BIAVÊJIN 
 
Em ê tifaqa jinan a Rêya 3’yemîn, piştevaniya jinan mezintir bikin û jiyana nû bi hev re birêsin. Tevgera jinan a Tirkiyeyê û tevgera jinên kurd bi destên hev girtin û tecrûbeyên pir xweşik raber kirin. Ev rejîma otorîter, barê li ser milê me, zincîrên di piyên me de girantir dike. Em dikarin bi hev re li dijî vê rejîma otorîter têbikoşin û vê xaka mirî li ser xwe biavêjin. Derfet hene ku em gavên mezin biavêjin. 
 
EM Ê KOLAN BI KOLAN TÊBIKOŞIN 
 
Niha dem dema piştevanî û xwebirêxistinkirinê ye. Di serî de jin, em ê derî bi derî, kolan bi kolan, tax bi tax xwe birêxistin bikin. Li dijî zîhniyeta dibêje ‘herin malê tenê xwarin û zarokan çêkin’, em ê bi xurtkirina rêxistiniya xwe ya herêmî bersivê bidin. Ez bawerim ku em ê vê bikin.” 
 
Piştî axaftina Hatîmogûllari, civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.