Halîde Turkoglû bû Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP'ê

  • jin
  • 17:57 22 Cotmeh 2023
  • |
img

ENQERE - Meclisa Jinan a HEDEP'ê piştî kongreya xwe, yekemîn civîna xwe li dar xist. Di civînê de ji bo Berdevka Meclîsa Jinan Halîde Turkoglû hat hilbijartin.

Meclîsa Jinan a Partiya Demokrasî û Wekheviyê (HEDEP) piştî kongreya xwe ya di 15’ê Cotmehê de hat lidarxistin, li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civîna xwe ya yekemîn pêk anî. Di civîna ku endamên jin ên Meclîsa Partiyê (PM) yên di kongreyê de hatin hilbijartin lê kom bûn, geşedanên têkildarî rojevê, xeta nû ya têkoşînê û hilbijartinên rêveberiyên herêmî hatin nirxandin. Meclisa jinan jî di civînê de berdevka xwe diyar kir.

Li gel gelek mijarên ku di civînê de hatin nîqaşkirin, parlamentera Amedê Halîde Turkoglû weke Berdevka Meclîsa Jinan hate hilbijartin.

MYK DÊ BÊ HILBIJARTIN

HEDEP dê sibê jî di civîna endamên PM’yê de endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) hilbijêre û peywîrên wan diyar bike.