Şaredariya Gundikê Melê şahiya jinan li dar xist

  • jin
  • 23:17 22 Cotmeh 2023
  • |
img

ŞIRNEX - Şaredariya Bajaroka Gundikê Melê ya HDP’î, ji bo balê bikişîna tundiya li ser jinan, bi jinan re hate bahev û şahiya jinan li dar xist.

Şaredariya Bajaroka Gundikê Melê ya di bin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ji bo jinên li bajarok dijîn şahiyek li dar xist. Meclisa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevşaredara Gundikê Melê Zahîde Erk û gelek jin beşdarî şahiyê bûn.

TÊKOŞÎNA BI HEV RE DESTNÎŞAN KIR

Hevşaredara Gundikê Melê Zahîde Erk a destpêka şahiyê axivî, anî ziman ku ji bo balê bikişîna tundiya mêr û dewlet li jinê dikin ev bername amade kirine. Erk, anî ziman ku jin li hemû qadên jiyanê rastî tundiyeke piralî tên û qala girîngiya têkoşîna bi hev re kir.

DANSA AZADIYÊ

Bernameya li eywana girtî ya li Taxa Aydinlik a bajarok pêk hat de hunermendên Navenda Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ya Qoserê Şanoya Sîberî pêşkeş kir. Lîstika ku ji pênc beşên cuda pêk dihat tundiya mêr û dewletê dike mijara xwe. Di beşa ewil a lîstikê de hate vegotin ku jinên li cihê kar rastî zilmê hatine bûn yek û dawî li zilmê anîn. Di beşa duyemîn de jî bal tê kişandin ser tundiya nava malbatê û zexta mêr a li ser jin û zarokê girtin dest. Di beşa sêyemîn de jî Jîna Emînî ya li Îranê ji aliyê dewletê ve hate qetilkirin tê vegotin. Di beşa çaremîn de binpêkirinên mafan ên li zindanan hate vegotin. Zext û îşkenceya dewletê ya di zindanan de li ser girtiyên siyasî vedibêje. Beşa dawî ya lîstikê jî bi dansa azadiyê ya jinan bi dawî dibe.  

ŞAHIYA MUZÎKÊ

Piştî lîstika şanoyê Koma Jinên Azad derket ser dikê û şahiya muzîkê li dar xist. Jinan bi stranên hunermandan gotin govend gerandin û çepik lêdan û lîlandin.