Tevî biryara dûrxistinê jî Ayfer Kaya hate qetilkirin

  • jin
  • 12:50 23 Cotmeh 2023
  • |
img

MÊRSÎN - Jina bi navê Ayfer Kaya ku li navçeya Mûtê dijiya, tevî biryara dûrxistinê jî ji hêla Şuayîp Kaya ve hate qetilkirin ku di qonaxa hevberdanê de bûn. 

 
Hemşîre Ayfer Kaya li navçeya Mûtê ya Mêrsînê dijiya û ji hêla Şuayîp Kaya ve hate qetilkirin. Hat zanîn ku di qonaxa hevberdanê de bûn. Li gorî agahiyan, ji bo faîlê ku bi şev saet di 02.00’an de li otoparka Nexweşxaneya Dewletê ya Mût a Mêrsînê Ayfer Kaya qetil kirî biryara dûrxistinê hatibû dayîn. Faîl Şuayîp Kaya piştre jî bi heman çekê întîhar kir. Piştî îxbara welatiyên li derdorê, li cihê bûyerê komên tenduristiyê û polîs hatin sewqkirin. Cenazeyên Ayfer Kaya û Şuayîp Kaya rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mûtê. 
 
Hat zanîn ku du zarokên Ayfer û Şuayîp Kaya ên temenên wan 10 û 4 hene ku tedawiya penceşêrê dibînin.