Aktîvîstên TJA’yê: Em dikarin bi civaka polîtîk a ehlaqî li dijî şerê taybet bibin bersiv

  • jin
  • 10:48 24 Cotmeh 2023
  • |
img
WAN - Aktîvîstên TJA’yê yên ku di çarçoveya kampanya “Bi jin jiyan azadî ber bi azadiyê ve” xebatên xwe didomînin diyar kirin ku ew ê bi civaka polîtîk a ehlaq li ber polîtîkayên şerê taybet rabin. 
 
Li bajarên bakurê Kurdistanê di salên 1990’î de bi hezaran welatiyên kurd bi bûyerên faîl hatin qetilkirin, bi hezaran gundên kurdan hatin şewitandin û dewletê bi rêbaza şerê taybet her cure pêkitû pêk anî. Rêbaza herî kirêt jî ew bû ku polîtîkaya tacîz û tecawizê xistin meriyete. Ev polîtîkayên şerê taybet di salên dawî de li ser jin, ciwan û zarokan derketiye asta herî jor. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî van polîtîkayan her li ser pêya bû û niha jî bi kampanya “Bi jin jiyan azadî ber bi azadiyê ve” li ber van polîtîkayan radibe. Ev kampanyaya TJA’yê ku di 15’ê îlonê de dest pê kir, dê heta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê berdewam bike. Aktîvîstên TJA’yê yên di çarçoveya kampanyayê de xebatên xwe bênavber didomînin, têkildarî xebatên xwe ji ajansa me re axivîn.
 
 'DIXWAZIN PROFÎLEK SERÎTEWANDÎ ÇÊBIKIN’
 
Aktîvîsta TJA'yê Oznûr Evîn anî ziman ku polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê bi rêbazên cuda tên meşandin û got: “Pêwîste polîs û leşkerên hatine herêmê ciwantir in, hilbijartineke bi zanebûn e. Ji ber ku em ji mînakên ku di çapemeniyê de cih digirin dibînin ku di bin navê 'evîn'ê de hewl didin jinan bikşînin nava fihûşê. Di vê çarçoveyê de em dikarin vê bibêjin; Li Kurdistanê ne tenê bi fihûş û tiryakê şerê taybet tê meşandin, di heman demê de polîtîkayên şerê hestyarî jî tê meşandin. Bi dûrxistina jinan ji rêxistin û siyasetê hewl didin profîla serîtewandinê bixin dewrê. Di vê çarçoveyê de weke tevgera jinên kurd em ê zêdetir têbikoşin û bixebitin. Em xebatên avakirina kargehên xweparastinê û kargehên azadiya jinan jî didomînin.” 
 
'EM Ê LI DIJÎ ŞERÊ TAYBET KARGEHAN LI DAR BIXIN’ 
 
Aktîvîsta TJA’yê Eylem Sarûca jî destnîşan kir ku tişta ku pergal bi tundiyê û şer nikare bike, vê carê jî hewl dide bi polîtîkayên şerê taybet pêk bîne û got: “Li dijî civakê polîtîkaya tecrîdê tê birêvebirin. Ew di ferqa vê de ne, çikî gelê kurd ji bo azadiya Kurdistanê û Tirkiyeyek demokratîk têdikoşe. Ji ber vê yekê pergal dixwaze ciwanan bi xwe ve girê bide û polîtîkaya sixuriyê li ser wan dimeşîne. Nemaze jî dixwazin jinên ciwan bixin nava vê jiyana dejenerebûyî. Bi rêya polîs û leşkeran dixwazin têkiliyêk hestiyarî ya kirêt ava bikin û jinên ciwan dikişînin cem xwe.” 
 
Saruca diyar kir ku ew dikarin bi têkoşînek rêxistinkirî û hişmendkarî polîtîkaya şerê taybet têk bibin û got: “Em li her qadan xebatên xwe didomînin. Helbet pergal nasekine, lê em jî li dijî vê bêdeng nîn in û li her deverê jinên ciwan hişmend dikin û bi xweparastinê li ber vê pergalê radibin. Salen bihûrî me kampanya ‘Em xwe diparêzin’ bi rê ve bir. Me encamên gelek baş jê wergirtin. Xebatên me di heman awayî de didomin. Em ê li dijî şerê taybet kargehên xweparastinê li dar bixin.”
 
'EM Ê CIVAKA POLÎTÎK A EHLAQÎ AVA BIKIN’ 
 
Aktîvîsta TJA’yê Mehtap Demîrkaya jî destnîşan kir ku projeya şerê taybet nemaze li dijî jinan hatiye hunandin û wiha got: “Li Kurdistanê şerek qirêj dikin û temaya têkoşîna li dijî vî şerî jî jin in û dij derdikevin. Ji ber vê yekê li dijî jinan polîtîkaya şerê taybet bi rê ve dibin û her roja ku diçe jî kurtir dikin. Ketin ango xistina jinan, xistina civaka polîtîk a ehlaqî ye. Di vê çarçoveyê de li Kurdistan, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn armanca ewil a desthilatdaran jin in. Yên me jinan çi dikeve ser milê me, xwedîderketina li xwe,  xwedî derketina li xezayê û civaka ehlaqî ye. Em dikarin civaka ehlaqî ya polîtîk ava bikin û li ber van polîtîkayên şerê taybet rabin û bibin bersiv.”
 
Aktîvîsta TJA’yê Îlknûr Aydin jî anî ziman ku ew ê li dijî polîtîkayên şerê taybet bi rêxistinkirinek xurt bibin yek û got: “Li dijî jinan şerekî qirêj tê meşandin. Ji bo em li dijî vî şerî bibin bersiv, em ê bi awayek hişmend û rêxistinkirî têbikoşin.”