MKG: Rojnameger Bal di zûtirin demê de berdin

  • jin
  • 11:10 24 Cotmeh 2023
  • |
img

AMED - Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê ji bo edîtora rojnameya Xwebûnê Naîfe Bal ku binçavkirî ye bang kir û xwest ku were bedan. 

 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) têkildarî edîtora rojnameya Xwebûnê Naîfe Bal ku niha binçavkirî ye, daxuyaniyeke nivîskî weşand. 
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zextên li ser rojnamegeran ên li Tirkiye û Kurdistanê zêde dibin û wiha hat gotin: “Di pêvajoyeke wiha de bi binçavkirin û girtina rojnamegeran, çêkirina nûçeyan û mafê girtina agahiyan tên astengkirin.  Edîtora Rojnameya Xwebûnê Nafiye Bal di çarçoveya lêpirsîna ku li ser îfadeya şahidê vekirî Ûmît Akbîyik de hatibû destpêkirin, duh danê nîvro di serdegirtina mala wê ya li Amedê de hat binçavkirin. Nafiye ya ku duh sewqî edliyeyê hat kirin, bi biryara dozgeriyê carek din birin Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Emniyetê ya Amedê. Piştî îfadeyan tê payîn ku dê îro Nafiye Bal bibin edliyeyê. 
 
Li gorî rapora me ya MKGP'ê; di 3 mehên dawî de 10 rojnameger hatin binçavkirin û îşkence li 5 rojnamegeran hate kirin. Em em careke din dibêjin ku rojnameger dê li dijî her cureyên zextan bi pênûsa xwe li ber xwe bidin. Em dixwazin zextên li hemberî rojnamegeran bi dawî bibin, û hêvî dikin ku hevala me Nafiye di zûtirîn demê de bê berdan. Çapemeniya azad nayê bêdengkirin.”