Li Hewselê li dijî şer darên ‘aştiyê’ hatin çandin

  • jin
  • 15:24 24 Cotmeh 2023
  • |
img
AMED - TJA’yê di çarçoveya kampanyaya “Bi jin, jiyan, azadî ber bi azadiyê ve” de li dijî şerê li Rojhilata Navîn, li Baxçeyên Hewselê darên “aştiyê” çand. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanyaya “Bi jin, jiyan, azadî ber bi azadiyê ve” de li Baxçeyên Hewselê yên navçeya Sûr a Amedê daxuyanî da û dar çand. Gelek jin tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de jinan dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî Serok Apo” berz kirin û ber bi noqteya dê daxuyanî lê bihata dayîn ve meşiyan. 
 
'CIVAK DI TECRÎDÊ DE YE’
 
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Sûltan Yaray di çalakiya li Baxçeyên Hewselê de axivî û wiha got: “Sedsala 21’emîn, sedsala jinan e. Jinên kurd di vê sedsalê de têkoşîneke mezin didin.” Yaray, bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê û ev tişt anî ziman: “Ev êrişên piralî, encama tecrîda li Îmraliyê ne. Tecrîda girankirî ya li Îmraliyê, pirsgirêkên heyî girantir dike. Tevahiya civakê di tecrîdê de ye.” 
 
TÊKOŞÎNA JINAN
 
Yaray, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Di serî de Kurdistan, li gelek deverên Rojhilata Navîn şer hene. Her cureyên sûc tên kirin. Li tu deverekê cîhanê êrişên li dijî sivîlan nayên qebûlkirin. Kuştina sivîlan, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Zayend, nîjad, ziman û ola van sûcan nîne. Em jî li dijî şer, aştiyê diparêzin. Têkoşîna jinan a li dijî şer mezin dibe. Rejîmên faşîst ên dijminatiyê li jinan dikin, her roj bi hezaran jinan digirin. Hewl didin kurdan, jinan, siyasetmedaran, atkvîstîstan û hwd. bi polîtîkayên dijminane bitepisînin. Divê em li dijî şer û zîhniyeta mêr bi hev re têbikoşin. Divê em xweza, jin û jiyanê biparêzin. Jiyanê mezin bikin û dara jiyanê danin. Ji Rojava, heta Filistîn û Efxanistanê, em ji bo hemû zarok û jinên li cîhanê daran danîn.”
 
‘JIN DÊ DEV JI AŞTIYÊ BERNEDIN’
 
Parlamentera HEDEP’ê ya Amedê Sevîlay Çelenk jî di daxuyaniyê de got ku ji ber şeran êş bi dawî nabin û wiha domand: “Em ji bo ku bibêjin ‘na ji şer re’ li vir in. Yên ku her tim li dijî şer aştiyê diparêzin, jin in. Dê jin tu carî dev ji daxwaza aştiyê bernedin. Şer ne şerên berê ne, divê em jî zimanê aştiyê nû bikin. Vê yekê jî tenê jin dikarin bikin.” 
 
Piştre jî jinan li dijî şer, darên “aştiyê” çandin. Li her darê navek hate kirin û çalakî bi stranan bi dawî bû.