Li Sîncanê berdana girtiyan tê taloqkirin: Jin hedef tên girtin

  • jin
  • 09:06 25 Cotmeh 2023
  • |
img

SEMSÛR - Kamber Yildiz, birayê Necla Yildiz a di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de ku berdana wê hat astengkirin, anî ziman ku bi van pêkanînan jin hedef tên girtin. 

Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), bi destê Lijneyên Îdare û Çavdêriyê yên di sala 2020'an de hatin çêkirin, heya niha herî kêm înfaza 313 girtiyan hatiye şewitandin. 
 
BERDANA 14 JINAN HAT ASTENGKIRIN
 
Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê, ji ber vê sepanê heya niha berdana 14 jinan hatiye astengkirin. Ji van jinan Rojdan Erez û Hanim Yildirim cezayê li wan hatibû birîn temam kirin û çend roj berê hatin berdan. Lê hê jî li Girtîgeha Sîncanê 12 jinên înfaza wan hatiey şewitandin û nehatine berdan hene. Yek ji van girtiyan jî Necla Yildiz e. Yildiz ku di sala 2016'an de hat girtin û diviyabû di 3'yê Sibatê de bihata berdan, înfaza wê 3 caran û her carê jî 3 mehan hat şewitandin. 
 
Necla Yildiz ku di gulana 2016'an de gava xwendekara zanîngehê bû bi îfadeyên şahidên eşkere û veşarî hat girtin û di kanûna 2017'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 9 sal ceza lê hat birîn. Yildiz ji wê rojê heya niha di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de ye. Cara ewil Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê di beriya berdana wê ku bi hincetên cur bi cur berdana wê 3 mehan taloq kir. 
 
‘NEHEQÎ LI HEMÛ KURDAN TÊ KIRIN'
 
Malbata Yildiz ku li gundê Bûbikan ê Semsûrê dijî, astengkirian berdana girtiyan wekî polîtîkaya bêhiqûqîtiyê ya li hemberî kurdan nirxand. Dayika wê Ayşe Yildiz, anî ziman ku li bendê bûn keça wê di sibatê de bê berdan, lê berdana wê hatiye taloqkirin û got: "Zarokên me ji ber ku doza mafên xwe dikin cez ali wan tê birîn û nayên berdan. Kujeran berdidin, lê kesên siyasetê dikin bi saland i girtîgehan de dihêlin. Ên vê dikin nikarin behsa wijdanê bikin. Ev neheqî di şexsê NEclayê de li hemû kurdan hatiye kirin." 
 
Birayê wê Kamber Yildiz jî anî ziman ku beriya ku xwişka wî bê girtin kesên xwe wekî îstixbaratê dane naskirin tim ew taciz kirine û got: "Xwişka min bi îfadeyên şahidên veşarî hat binçavkirin. Lê şahidan paşê dest ji îfadeyên xwe berdan. Dibêjin midûriyeta polîsan gef li wan xwariye. Lê ji ber operasyonên medyaya berbelav ceza li xwişka min hat birîn. PIştî hat girtin hefteyekê li Konayayê hat ragirtin û paşê ew birin Sîncanê." 
 
‘KONSEPTEKE TAYBET'
 
Yildiz diyar kir ku bêedaletiya di dema pêvajoya darizandinê de bi taloqkirina berdanê didome û got: "Xwişka min beriya roja berdanê bi hefteykê telefonî me kir û got, berdana gelek hevalên wan hatiye taloqkirin û wer xuya ye dê ya wê jî bê talokirin. Wer jî bû. Berdana wê pêşî taloqî meha Hezîranê û bi dû re jî taloqî meha Îlonê kirin. Niha careke din taloq kirin. Neheqiya di şexsê Neclayê de li tevahiya gelê kurd tê kirin. Neclayê paş d egav neavêt. Dewlet jî bi van polîtîkayan ku kur dpaş d egav navjin, dixwaze wan mehkûmî xwe bike. Li Tirkiyeyê li ser kurdan pergaleke edlaetê ya din tê sepandin." 
 
Kamber Yildiz anî ziman ku berdana girtiyên li Girtîgeha Sîncanê hemûyan hatiye astengkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev jî nîşan dide ku ev polîtîka bi taybet jinan hedef digire. Li cihekî ku her roj jin bên kuştin, sepandina vê polîtîkayê ne rasthatinî ye. Ji lew re ew jinên serîtewandî dixwazin. Jinên dixwazin vê pergalê bişikînin jî hedef tên girtin." 
 
MA / Ceylan Şahînlî